Bi hunerê kolanan xweşik dikin 2017-12-22 09:47:02 HATAY – Li Samandagê hin ciwanên li Atolyeya Kolan a wêneyan hatin ba hev û bi xêzkirina wêneyan kolanan dixemilînin. Ciwanên Atolyeyê li ser dîwaran wêneyên gelek wêjevan û ronakbîran çêdikin û gotin ku: “Em bi hunerê kolanan xweşik dikin.”  Li navçeya Samandagê ya Hatayê gelek ciwan di bin navê Atoleyeya Kolan de komek ava kirin. Ciwanê bi dildarî hatin ba hev li taxên Meydan û Kuşalani li ser dîwaran di serî de wêneyê nivîskar Yaşar Kemal û gelek wêjevan, hunermend û nivîskaran bi boyaxê wêneyên wan li ser dîwaran xêz dikin û neqiş dikin.    Endama Atolyeya Kolanê Seçîl Yatkin diyar kir ku ew wek atölye li gel xêzkirina wêneyan xebatên muzîk û sînemayê jî didin meşandin. Yatkin destnîşan kir ku ew wek ciwanan çand û kevneşopiyê li kolanên jiyan lê heye bi hunerê di xemilînin û got: “Em li kolanan dixwazin qada jiyanê rengîn bikin. Bi vê wesîlê mirovên navdar carek din bi bîra civakê dixin.”    Yatkin da zanîn ku hedefa wan ew e ku huner û hunermend bidin jiyîn û xebata ew dikin eleqeyek baş a gel dikişîne ser xwe.    'BI HUNERÊ KOLAN XWEŞIK DIBIN’    Cuhmur Ozen jî anî ziman ku li Samandagê ji 20 kolanan zêdetir li ser dîwaran wêne çêkirine û got: “Em vî karî bi dildarî didin meşandin. Em vê xebatê hunerê vediguhezînin kolanan. Nirxên civakê li ser dîwaran xêz dikin. Em hunerê li kolanan didin afirandin. Hin zoriyê wê hene. Lê bi hunerê kolan xweşik dibin.”    'EM Ê XEBATA XWE BIBIN HEMÛ TAXAN’    Ozen bal kişand ser xebatên Atolyeya Kolan û wiha dewam kir: “Li gel wêneyan em karê muzîkê jî dikin. Kolan cihê huner û fikrê ye. Em xebatên radyoyê jî dikin û radyovanê hatine ji bîr birkirin bibîr dixin. Em ê xebata xwe bibin hemû taxan û bi leztir xebatên me didomin.”    MA / Hamdullah Kesen