Komîsyona derbeyê belge ji CHP û HDP'ê ranegihand 2017-12-22 09:31:36 ENQERE - Komîsyona Lêkolînê ya Derbeyê xebatên ku berî salekê qedandiye hêj rapor belav nekiriye, hin belgeyên ji komîsyonê re hatine ji HDP û CHP'ê re nehatine ragihandin. Hemû xebatên komîsyonê wekî "Belgeyên veşarî" rakirin arşîvê, ji ber ku belge neçûn ber destê CHP û HDP'ê, partî ketin pey şopa 16 belgeyan.  Piştî hewdana debeya 15'ê Tîrmehê li Meclisê bi hevkariya 4 partiyan Komîsyona Lêkolînên Derbeyê ava kirin û hêj rapora ku nehatiye weşandin di rojevê de ye, skandaleke nû derket holê. Rapora komîsyonê berî salekê amade bû hêj nehatiye belavkirin, belgeyên ji hin saziyan hatin nedan CHP û HDP'ê.   Piştî tespîta vê rewşê endamên komîsyonê yên HDP û CHP'ê ji bo rewş bê zelalkirin lêkolîn dan destpêkirin, hat gotin ku di dema xebata fermî ya komîsyonê de, divê hin belge û rapor bi rêya konîsyonê ji muxalefetê re bihata ragihandin, lê di dema nivîsa rapora komîsyonê hatiye bi kar anîn û ev tespt bûye.   HEMÛ BELGE VEŞARTIN   Ji ber ku belge û rapor negihiştin ber destê komîsyonê, endamên komîsyhonê ji bo belge û raporan bi dest bixin ketin tevgerê. Lê vê hewldanê jî bi xwe re skandaleke din derxist holê. Hat gotin ku belge û agahiyên berhevkiri di bin navê "belgeyên veşarî" de rakirine arşîvê. Belgeyên ku rakirin arşîvê negihiştin ber destê muxalefetê.   16 BELGE RANEGIHANDIN   Pişti HDP'î û CHP'î belge rûqalên hev kirin, dîtin ku 16 belgeyên cuda ranegihandine wan. 5 belgeyên aydê Wezareta Karê Hundur, 2 belgeyên aydê Wezareta Edaletê, belgeyeke aydê Miduryeta Giştî ya Emyetê, belgeyeke aydê Wezareta Karên Derve, belgeyeke aydê Wezareta Bazirganî û Gumrukê, belgeyeke Wezareta Parastina Neteweyî, belgeyeke aydê Serokatiya Fermandariya Giştî, belgeyeke aydê SGK'ê, belgeyeke aydê Borsa Îstanbul AŞ'yê, belgeyeke aydê Navenda Kart a Bakayan û belgeyeke aydê TRT'ê ji komîsyonê re ranegihandin.   Li gorî tuzuka navxweyî divê hemû belgeyên ji komîsyonê re hatin ragihandin, beyî ku cudahiyê binin navbera endaman, belgeyan ji hemû endamên komîsyonê re parve dikin. Heta komîsyon biryarê negire, ev belge wekî çavkanî dikarin bên xebitandin. Ji ber ku belge ji endamên CHP û HDP'ê re neçûn, bi rojan e di nava xebatê de ne.   SALEK E RAPOR TUNE   Komîsyonê di 4'ê Çileya 2017'na de xebata xwe bi dawî kir, lê der barê rapora komîsyonê de tu agahî tune. Salek derbas bû hêj komîsyonê rapor belav nekiriye. Roja ku AKP hatiye desthilatdariyê heta niha, 56 komîsyonên lêkolînê ava kirine, tekane komîsyona ku raporê wê nehatine çapkirin û belavkirin, rapora Komîsyona Lêkolînê ya Derbeyê ye.   MA / Hayrî Demîr