Sufyanî yê fîlîstînî: Bila Erdogan soza xwe bi cih bîne 2017-12-22 09:20:03 STENBOL - Piştî Trump Qudus wekî paytexta Îsraîlê îlan kir û şûn de Erdogan soz da ku dê “Hemû têkiliyên xwe ji Îsraîlê bibirin.” Yek ji mirovên oldar û pêşeng ê Filîstînê Xalid Sufyanî, têkildarî mijarê diyar kir ku ger têkiliyek bê destpêkirin jî divê ji bo başiya Fîlîstînê be.  Piştî Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump Qudus wekî paytexta Îsraîlê îlan kir, Teşkîlata Hevkariya Îslamê (İTT) li Stenbolê konferansa civîna bilind a Îslamê ya Awarte pêk anî û ji bo Qudusa Rojhilat bibe paytexta Filîstînê bang li dewletan kir. Yek ji mirovên oldar û pêşeng ê Fîlîstînê Xalid Sufyanî, der barê mijarê de axivî û bal kişand ser sozên Erdogan ku gotibû “Hemû têkiliyên xwe ji Îsraîlê bibirin.”   ‘BIRYARA TRUMP BALFOUR TEMAM KIR’   Sufyanî, anî ziman ku Danezana Balfour yek ji lîstikên emperyalîzmê ye û wiha axivî: “Cihû difikirîn ku li gel qadên cîhanê cih ji xwe re bigirin. Yek ji vê fikra wan jî bicihbûna li Fîlîstînê bû. Ji ber ku Îngîltereyê xwest cihû li ser axa ereban bi cih bibin, pêkanîna Balfour pêk anîn. Bi alîkariya Îngîltereyê, bi darê zorê zarokê fîlîstînî hatin koçber kirin. Her ku diçe li cîhanê cihên ku cihû lê dijîn, ji bo fîlîstînî bi cih bibin, her wiha Îngîltereyê alîkarî kir. Trump bi biryara Qudusê, biryara Balfour temam kir. Trump bi Fransî tê wateya ‘Xapandinê.’ Navê Trump bi xwe dide nîşandan çi qas nezane û delîla nizane siyasetê bike. Erdogan jî Îsraîl mîna dewleteke terorê îlan kir. Êdî axaftin qediyaye, dora pêkanînê hatiye."    ‘DIVÊ ERDOGAN XWEDÎ LI SOZÊN XWE DERKEVE'   Sufyanî, bal kişand ser gotinên Erdogan ên berî Trump gotin û wiha berdewam kir: “Erdogan got gava Trump biryarek wiha bide, dê hemû têkiliyên xwe ji Îsraîlê qut bike. Ji ber vê yekê divê xwedî li gotinê xwe derbikeve. Ez hêvî  dikim ku Erdogan xwedî li van gotinên xwe derbikeve. Ji xwe gotinên xwe pêk bîne, dê têkiliyên wan ên bi Îsraîlê re ji holê rabin.”   Sufyanî, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ez bang li welatên ereb û îslamî dikim ku ji dil tev bigerin û têkiliyên xwe yên bi Îsraîlê re qût bikin. Ger ji nû ve dest bi têkiliyên xwe bikin, bila tenê ji bo başiya  Fîlîstînê bin.”   MA / Muhammet Dogru