Hevşaredar Kok: Ji bo xizmeta gel ne şert e mirov şaredar be 2017-12-22 09:13:44 MÊRDÎN - Hevşaredarê Nisêbînê Cengîz Kok ku piştî 11 mehan şûnde hat berdan dest nîşan kir pira di navbera gel û şaredariyê de hatiye xirakirin û wiha got: "Polîtîkayên qeyûm di salekê de têk çûn. Teknîka şaredariyê bi dest xistin, lê belê nikaribûn vîna gel bi dest bixin." Doza hevşadarên Nisêbînê Sara Kaya û Cengîz Kok ku di 13 Çilêyê de hatibûn girtin li Dadgeha Cezayên Giran a 2'yemîn ya Mêrdînê pêk hat û di danişînê de hevşaredar Kok hat berdan, lê Kaya bi awayekî girtî tê darizandin. Kok piştî hat berdan tekîldarî îdianameya der barê wan de, şert û mercên girtîgehê û qeyûmên şaredariyên DBP'ê desteser kirine de axivî.   'MÛÇING JÎ QEDEXE YE'   Kok da zanîn ku piştî ew hatin girtin sewqî Girtşgeha Wanê hatin kirine û demek dirêj di hucreyên yekkesî de mane. Kok anî ziman ku li ser serlêdanên parêzeran ew derbasî hucreyên 3 kes bûn eû ev tişt gotin: "Bi hinceta Rewşa Awarte gelek mafên girtiyan tên bin pê kirin. Heya mûçing jî qedexe ye. Rewşa Awarte wekî mertal ji xwe re bi kar tînin. Têkildarî vê li ser girtiyan zextên derûnî yên giran jî hene."   'HEWCEHÎ BI LÊKOLÎNÊ NE DÎTINE'   Kok dest nîşan kir ku îdianameya wî wekî ya gelek hevşaredarên girtî yên DBP'î piştî salekê şûnde hatiye amadekirin û wiha berdewam kir: "Di îdianameyê de der barê min de tiştên wek 'Di bin navê malbatn 'bedêldayî' de karmend xistine şaredariyê' û 'Wesayita şaredariyê li taxan xendek kolane' cih girtinne. Lê belê ji xwe 130 karmendên şaredariyê hene û kes nikare yek karmendî jî lê zêde bike. Li gor fermiyetê wisa ye û ev jî aşkere ye. Heger em karmend bigirin, divê em meaşê wî ji berîka xwe bidin. Îthama din a wesayitê jî li şaredariyê wesayîtek wisa tune ye. Hewcehî bi lêkonînê ne dîtine. Demildest îdianameyek amade kirine û me pê didarizînin."    'PIRA DI NAVBERA GEL Û ŞAREDARIYÊ DE HAT XIRAKIRIN'   Kok diyar kir ku bi tayînkirina qeyûman re pira di navbera gel û şaredariyê de hatiye xirakirin û wiha domand: "Nizanim bi qeyûmê amadekariya hilbijartinên 2019'an dikin? Êdî gel heya neçar nemîne naçe şaredariyê. Ji ber ku şaredariyan veguherandine qereqolan. Kîmyaya Nisêbînê guherandin. Di hilbijartinên referandûma 16'ê Nîsanê de jî gelê Nisêbînê vîna xwe nîşan da. Nisêbîn vîna xwe diparêze, gel her tiştî dibîne. Em bi dengekî ji sedî 80 hatin hilbijartin û bûrokratek hat bi xespê li cihê me rûnişt. Salek derbas nebû lê polîtîkayên qeyûm têk çûn. Qeyûm bes dest danî li ser amurên teknîkî yên şaredariyê. Nikaribû vîna gel bi dest bixe."   'JI BO XIZMETÊ NE ŞERT E KU MIROV ŞAREDAR BE'    Kok got ku ji bo xizmetê ne şert e ku mirov şaredar be û ew ji niha şûnde jî ji bo xizmeta gelê xwe amade ye. Kok anî ziman ku ew piştî salekê bi dîtina Nisêbînê xemgîn bûye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji bo aştiya civakî divê pêvajoya çareseriyê ji cihê ku hatî sekinandin berdewam bike. Ji ber ku hewcehiya gel bi vê yekê heye. Rewşa heyî divê ji holê rabe û pêvajoyek ku encam jê derkevin dest pê bike. Hêviyên me hene, ev gel aştîxwaz e."   MA / Ozgur Paksoy-Gokhan Altay