Mehmet Ocalan: Ji bo çareserkirina pirsgirêkan divê em Ocalan azad bikin 2017-12-22 09:09:37 RIHA – Mehmet Ocalan dest nîşan kir ku zêdeyî 15 mehan e malbat bi Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan re nikare hevdîtinê çê bike. Ocalan anî ziman ku ew ji dewletê doza mafê xwe dikin, ne doza merhamete û ev tiş gotin: “Divê çi hewce be bê kirin û ji bo çareserkirina pirsgirêkan divê em Ocalan azad bikin.”  Di 15 mehên dawî de li ser Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan tecrîdeke giran tê sepandin. Mehmet Ocalan, anî ziman ku zêdeyî 15 mehan e ew nikarin bi kekê xwe Abdûllah Ocalan re hevdîtinê çê bikin û her cara ku ew ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê didin, serlêdana wan tê redkirin. Ocalan ku got “Dev ji hevdîtinê berde, em tu agahiyî jî jê wernagirin” ev tişt gotin: “Em nizanin em ê vê yekê çawa rave bikin. Divê her kes kîjan rast be wê bike. Divê gotin û pratik yek be. Dîsa dibêjim ev yek nayê qebûlkirin. Eger li vî welatî huqûq hebe û behsa edaletê tê kirin, divê mijarê de ji dehan yek be jî divê bê kirin. Ne li cîhanê ne jî li Rojhilata Navîn mînaka vê yekê tune ye. Xwazî bila hikumxwar be, xwazî bila girtî be mafê hevdîtinê yê her kesî heye.”   ‘EV FIKR LI KESÊN NE LAYIQÎ WAN HERAM IN’   Ocalan anî ziman ku divê di serî de a rast bê nîşan dan û wiha axivî: “Me li mala xwe nizanibû bi tirkî xeber bide, lê me xwe wek tirkan pênase dikir. Em gelekî hatibûn tunekirin. Em bi vê fikrê çê bûn. Li hemberî vê me çi kir, me tu tişt jî nekir. Rêberê vê fikreêOcalan e. Em tiştên layiqî wî nakin. Em nizanin ka rewşa wî çî ye. Kesê/a hayê wî jê hebe bila xeberê bide me jî. Ez birayê wî me, lê hayê malbata me jê tune ye. Em hemû sûdê ji fikrên wî werdigirin. Lê belê em divêtiyên fikrên wî nakin. Ev fikr li kesên ne layiq heram in.”    Ocalan got ku ew doza mafê xwe li dewletê dikin, ne ku doza merhametê lê dikin û ev tişt gotin: “Em li bendê ne ku mirovên demokrat, rewşenbîr û gelê kurd tev bigere. Em dewletê baş nas dikin. 100 sal in çi dike, dê ji niha û pê ve jî heman tiştî bike. Li gel van kirinên dewletê me jî tiştek nekir. Bar û berpirsiyarî dikeve ser mile kê, divê ew bi cih bînin. Baweriya me bi gel heye. Ji bo Serokê xwe her tiştî dike û ji bo kirinê amade ye. Pirsgirêk ew e ku kesên ji bo nêvengeke demokratîk têdikoşin divêtiyên divê bên kirin nakin. Belê du mehên dawî di rojeva saziyên demokratîk de bû, lê belê ev jî piştî nûçeya neyînî ya çapemeniya tirk derbas kir wisa bû. Divê hişyar bin, ne li benda nûçeyên neyînî bin.”    'JI BO ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKAN DIVÊ AZAD BE’    Bira Ocalan dest nîşan kir ku divê êdî Ocalan azad bibe û ev tişt gotin: “Çi bikeve ser mile me divê em bikin. Divê em bi awayekî rast bitêkoşin. Heta pirsgirêka kurd çareser nebe, pirsgirêka gelên din, a demokratan, kedkaran çareser nabe. Hemû girêdayî hev in. Çi hewce be divê em bikin û em Ocalan azad bikin. Serok di hucreyê de ye û em hay ji rewşa wî tune ne. Hingî em difikirin êdî jiyana me jî bûye jiyana hucreyê. Em bi awayekî fizîkî û fikrî zirarê didin xwe. Banga me ji bo hemû saziyên demokratîk e, çi hewce be bikin. Em dizanin ku pêşî serî diçe paşê gewde tev digere.”    'AZADIYA WÎ AZADIYA CIVAKÊ YE’    Ocalan diyar kir ku riya Îmraliyê ancax bi têkoşîneke demokratîk dikare bê vekirin û wiha got: “Têkoşîna ku 3 mehên dest pê kiriye divê her biçe mezintir bibe. Azadiya kesan, azadiya welat bi girêdayî azadiya rêberê wî ye. Azadiya wî azadiya civakê ye. Keda wî li ser hemû kesên li vê xakê dijîn heye. Divê heqê vê kedê bê dayîn, divê hemû rêbazên têkoşîna demokratîk bên bikaranîn.”    Bira Ocalan anî ziman ku herî dawî wan 15 berê pê re hevdîtin çê kiriye û der barê wê hevdîtinê de ev tişt gotin: “Dema min ew dît di warê tenduristî û fizîkî de baş bû. Ji her du aliyan jî hêrs bûbû. Diyar kir ku dewlet berpirsiyariya xwe bi cih neaniye. Dest nîşan kir ku ev tê fêmkirin, lê belê nayê fêmkirin ku çima hêla din berpirsiyariya xwe tam bi cih nenaiye. Got heke dewlet berpirsiyariyê bide ser milê xwe ew ê karibin di 6 mehan de vê pirsgirêkê çareser bikin. Lê belê 15 meh in em tu agahiyê jê wernagirin. Rewşa wî çî ye, tenduristiya wî çawa ye em nizanin.”