Der barê dosyeya nûçegîhana me Taşkinê de 'biryara sînordarkirinê' 2017-12-21 18:15:57 MÛŞ - Hîn jî îfadeya nûçegîhana me Seda Taşkin ku duh hatibû binçavkirin nehatiye wergirtin. Her wiha li gel vê, hat hînbûn ku der barê dosyeya Taşkinê de "biryara sînordarkirinê" hatiye dayîn.  Nûçegihana me Seda Taşkin a dema li Mûşê nûçe dişopandin û polîsan pêşiya wê girt û jê re gotin "Der barê te de îxbareke cidî heye" û ew binçavkirin, hîn jî li Muduriyeta Polîsan a Mûşê tê ragirtin û îfadeya wê nehatiye wergirtin. Parêzerê Taşkinê îro li muduriyeta polîsan bi pê re hevdîtin çê kir û diyar kir ku rewşa wê baş e. Parêzer got ku der barê dosyeya Taşkinê de biryara sînordarkirinê hatiye dayîn û nayê zanîn dê kengî îfadeya wê bê wergirtin.