Siyasetmedarên DBP’î hatin berdan 2017-12-21 16:55:48   WAN - Hevserokê DBP’ê yê Wanê Ahmet Aygun û endamê Meclisa Partiyê Îlyas Başak ku 8 meh girtîbûn,  di doza hatin darizandin, hatin berdan.    Li Wanê 2’yemîn doza, di 11’ê Gulanê de Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê Ahmet Aygun û Endamê Meclîsa Partiyê Îlyas Başak di serdegirtina malan de hatin binçavkirin û girtin, rêveberê DBP’a bajêr Necmî Varhan, Berdevkê KCD’ê yê Wanê Ramazan Duman, endamê Meclîsa Partiyê Bariş Koyun, Hevserokê Îpekyolu yê DBP’ê Alaattîn Daghan, Hevseroka TUYAD-DER ku bi KHK’ê hat girtin Aynur Bagiş û Muyesser Çelîk ku derve dihatin darizandin, hat dîtin.      6 siyasetmedarên berê hatin  berdan û gelek rêveberên DBP û HDP’ê başdarî danişînê bûn. Piştî danasîna nasnameyan parastin hatin kirin. Siyasetmedar Aygun û Başak sûcdariyên li ser xwe qebûl nekirin. Dûre parêzana parastin kirin û beraeta Aygun û  Başak daxwaz kirin. Şandeya dadgehê biryara xwe ya navberê diyar kir û  bi şertê kontrola edlî, Aygun û Başak serbest berdan. Danişîn taloqî dîrokek pêş de hat kirin.