Nobeta Edaletê: Elimîn girtîgeh bi xwe ye 2017-12-21 16:10:22 STENBOL - Parêzeran di hefteya 38'an de çalakiya Nobeta Edaletê berdewam kirin. Di çalakiyê de rojnameger Canan Yildiz, bal kişand ser girtina parêzer û rojnamegeran û got: “Em dizanin ku elimandina her tiştî girtîgeh bi xwe ye. Em qet û qet naelimin her tişti"  Çalakiya parêzeran a Nobeta Edaletê di hefteya 38'an de li ber Edliyeya Çaglayanê berdewam kir. Parêzer ji bo Nobeta Edaletê li ber peykerê Themis kom bûn û dest bi nobetê girtin. Di nobetê de Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen, Parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Sezgin Tanrıkulu û gelek hiqûqnas amade bûn. Parêzeran piştî rûniştina saetekê ya bêdeng li ber deriyê C daxuyanî dan.    Di daxuyaniyê de rojnameger Candan Yildiz, diyar kir ku gelek rojnameger ji ber nûçe çêkirine hatine girtin û wiha got: “Em dizanin ku elimandina her tiştî girtîgeh bi xwe ye. Em qet û qet naelimin her tişti. Akademisyenên rojnameger pêş xistin îro girtî ne. Parêzerên parastinê dikin girtî ne.    Prz. Sinan Zincir jî axivî û wiha got: "Duh êvarî endama Buroya Hiqûqê ya Gel Prz. Yaprak Turkmen hat girtin. Yaprak parêzera Nuriye û Semih bûn. Zincir, xwest Endamên Platforma Hiqûqnasên Azadîparêz Gurkan Îsteklî û Hakim Peker bên berdan.