Akademîsyenên Aştiyê: Îro jî ez dê îmze bikim 2017-12-21 15:50:28 STENBOL - 8 akademisyenên danezana "Em nabin şirikê vî sûcî" îmez kirin li 33'emin Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê îfade dan. Hîndekarê Zanîngeha Marmarayê Erol Katircioglu  ku hat îxrackirin got: "Ger ku îro jî danezan hebe ez dê îmze bikim."  Danişîna doza 8 akademisyenên îmze avêtin danezana "Em nabin şirîkê vî sûcî" derketin pêşberî 33'emin Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê û îfade dan. Ewil Hîndekarê Zanîngeha Marmara Erol Katircioglu ku hat îxrackirin îfade da. Katircioglu, di parastinê de bal kişand ser peymana mafên mirovan a ewropa û azadiya çapemeniyê û wiha got: "Ger ku îro jî wê danazanê bînin ji min re ez dê dîsa îmze bikim. 40 salin ez akademîsyeniyê dikim û mirovan perwerde dikim. Der barê kuştina mirovan de bêdengî li dijî wîcdan û mirovahiyê ye. Ji ber ku ez muxatab siyasiyan û dewlete dibînim ez dê disa îmze bikim. Agir li hemû taxê belav bûye. Ji bo ez gelê li taxê hişyar bikim tişta ji destê min hat min kir. Min ev yek wekî erk û peywir dît. Li holê sûc tune ye. Ez beraeta xwe dixwazim.    'DIVÊ DARIZANDIN BI HEVRE BÊ KIRIN   Parêzerê Katircigoglu  Bahri Belen ji got "Divê darizandin bi hevre bê kirin û hemû akademîsyen bi hevre derkevin pêşberî dadgehê. Belen xwest akademisyen Esra Mungan, Meral Camcı, Kivanç Ersoy û Muzaffer Kaya ji bo ji xalan 301’an bên darizandin divê destûra taybet hebe. Heyeta 13'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ev daxwaz qebûl kiribû. Ez daxwaz dikim ku heta xisûsa xala 301'an pêk bê divê ev doz bê rawestandin. Heyeta dadgehê jî piştî parastina doz taloqi 24'ê Nîsana 2018'an kir.      Akademîsyenê Zanîngeha Marmara Cihan Yapıştiran jî xwest dem bê dayîn ku parastinê bike. Parêzer ji bo Cîhan Yapiştiran jî heman daxwaz kir. Heyeta dadgehê bi heman sedemê doz taloqî 24'ê Nîsana 2018'an kir.    Akademîsyenê Zanîngeha Yildiz Teknikê İsmet Akça, Akademîsyene Zanîngeha Marmara Ayşe Nilüfer Durakaşa jî parastin kirin û piştî parastina Prz Meryek Kavak heyetê doza wan taloqî 24'ê Nîsana 2018'an kir.    Prz. Meryek Kavak ji bo Akademîsyena Marmarayê Seçil Ercan jî parastin kir û diyar kir ku ji ber karê zanîngehê li Firansayê ye xwest dosya tevan bike yek. Heyetê ji bo Ercan jî doz taloqî 24'ê Nîsana 2018'an kir.    Herî dawî akademisyenê Zanîngeha Marmarayê Ozgur Muftuoglu, Akademisyena Zanîngeha Yildiz Teknîkê Semîn Çagdaş Tuba Înal Çekîç û Yuksel Taşkin jî parastin kirin û beraeta xwe xwest. Parêzer ji bo wan jî xwest li gorî xala 301'an destûr bê xwestin. Heyeta dadgehê ji bo wan jî doz taloqî 24'ê Nîsana 2018'an kir.