'Divê em li dijî OHAL'ê tora hevpar ava bikin' 2017-12-21 14:08:47 STENBOL – Yekitiya Ji Bo Demokrasiyê (DÎB) kampanyaya "Em Tirkiyeke bê OHAL dixwazin" da destpêkirin. Riza Turmen diyar kir ku divê toreke ragihandinê bê avakirin û hemû rengên cuda tev li vê torê bibin. Yekitiya Ji Bo Demokrasiyê (DÎB), ji bo Rewşa Awarte (OHAL) bê rakirin, kampanyaya "Em Tirkiyeye bê OHAL dixwazin" da destpêkirin. Kampanya li Salona Ayna Geçîtê ya li Pasaja Ewropayê bi daxuyaniyekê hat ragihandin. Di civînê de destpêkê darazê berê yê Dadgehya Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) Prof. Dr. Riza Turmen axivî û aşkera kir ku armanca kampanyayê ew e, xwe li dijî rejîma tunî û zextan xwe biparêzin.   'EM OHAL'Ê NAXWAZIN'    Turmen da zanîn ku li Tirkiyeyê OHAL'ê mayînde dikin û wiha pê de çû: "Ji ber ku di serdema OHAL'ê de demokrasî û mafên mirovan tên binpêkirin, em OHAL'ê naxwazin. Sînorên hiqûqî yên OHAL'ê hene, dema ev sînor bên borandin, wê demê dîktatorî dest pê dike. Divê tevdîrên ku OHAL'ê bi dawî dike bên girtin; lê li welatê me ji bo pêkanînên OHAL'ê mayînde bikin, tevdîr tên girtin."   Turmen aşkera kir ku OHAL şidetê rewa dike, di vê demê de kesên ku biryarnameyên OHAL'ê pêk tînin, ji hemû pêkanînên îdarî û cezayî dûr dixin, ev jî zêdetir wêrekiyê dide peywirdarên cemaweriyê ku sûc bikin.   'BERXWEDAN DIVÊ ME BÎNE GEL HEV’    Turmen li ser nexşerêya amade kirine jî axivî û wiha got: "Tişta herî girîng têkoşîna hevpar e. Em dikarin bi hev re hemû rengan biparêzin û têkoşîna hevpar derxin holê. Ji derveyê yekitiyê tu rê tune. Dema em vê pêk bînin, em ê li dijî OHAL'ê têkoşînê bidin. Desthilatdariyeke rûxyayî û muxalefeteke bê alternatîf heye. Divê em vê bêhêvitiyê hilweşînin."   Endamê DÎB'ê Nesteren Davutoglu jî got ku "OHAL'ê darê rejîma yek zilamî ye", ew ê bi her kesan re di nava diyalogê de bin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Êm ê li kuçe, kolan, bajarok, gund û li her derî di nava têkilî û ragihandinê de bin. Gava yekemîn a ji bo demokrasiyê Tirkiyeyek bê OHAL e."