Wekîla HDP'ê ya girtî, pirsgirêkên xebatkarên girtîgehê bir meclisê 2017-12-21 13:35:52 ENQERE - Wekîla HDP'ê ya Mûşê Burç Çelîk 246 roj e di girtîgehê de ye, bi pêşnûmeyekê pirsgirêkên xebatkarên Girtîgeha Jinan Sîncan bir meclisê. Wekîla Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mûşê û endama Komîsyona Lêkolînên Mafên Mirovan a Meclisê Burçu Çelîk, demek dirêj e li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê girtin, bi pêşnûmeyekê pirsgirêk û binpêkirinên mafan ên gardiyanên li girtîgehê bir meclisê. Çelîk pirsgirêkên ku memûrên înfazê li girtîgehan pêre rû bi rû dimînin, ji bo Serokwezîr Bînalî Yildirim pirsî û aşkera kir ku gardiyanên li girtîgehê dixebitin, di warê fîzîkî û derûnî de karekî zehmet dikin, xwest dema xebatê û aboriya memûran bê başkirin.