Danişîna doza akamedîsyenên aştiyê dest pê kir 2017-12-21 11:31:50 STENBOL - Danişîna doza Akademisyenên Aştiyê yên danezana "Em nabin şirîkê vî sûcî" îmze kirin û tên darizandin, li 33 û 36'emîn Dadgeha Cezayên Giran ên Stenbolê dest pê kir.  Danişîna doza Akademisyenên Aştiyê yên danezana "Em nabin şirîkê vî sûcî" îmze kirin û tên darizandin, li 33 û 36'emîn Dadgeha Cezayên Giran ên Stenbolê dest pê kir.  Ewil danişîna doza akademîsyena Zanîngeha Galatasarayê Îpek Erçil li 36'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê dest pê kir. Erçil di danişînê de amade bû. Hevberdevkê HDK'ê Onur Hamzaoglu  û gelek akademisyenên din li salonê amade bûn û piştgirî dan Îpek. Dîsa parêzerên Îpek Îlkan Koyuncu, xwest destûr ji Wezareta Dadê bê girtin. Heyeta dadgehê piştî parastinê doz taloqî 26'ê Nîsana 2018'an kir.    Piştre danişîna doza Akademîsyen û hindekarê Zanîngeha Stenbolê Guven Gurkan Oztan jî li heman salonê dest pê kir. Gurkan û parêzerên xwe amade bun. Prz. Sevgi Kalan Guvercin, xwest li gorî azadiya ramanê doz bê destgirtin û peymanên DMME'ê li ber çavan bê girtin. Parêzer xwest muwekila wê bê beraetkirin û dozger jî xwest bi girtî bê darizandin. Heyeta dadgehê jî doz taloqî 26'î Nîsana 2018'an kir.    Doza Oguz Arici jî ji ber tenduristiya xwe tev li dozê nebû û doza wî jî taloqî 26'ê Nîsana 2018'an kirin.