Projeya Parka Golcukê birin dadgehê 2017-12-21 11:23:15 NAVENDA NÛÇEYAN  - Yekîtiya Odeya Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB), derbarê Projeya Parka Golcuk ku dê zirarek mezin bide xezayê, ji bo bê rawestandin li dadgaha îdarî de doz vekir.   Yekîtiya Odeya Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB), projeya Koşka Çiyê ya Parka Golcuk ku dê ji aliyê Kurtuluş Tokcan ve bê avakirin îtîraz kir. Şaxa Odeya Avahîsazên Enqerê, bi îdîaya dê îhale zirarek mezin bide xwezayê ji bo bê rawestandin di dadgeha îdarî de doz vekir. Di daxwaznameya dozê de, hat diyar kirin ku proje li dijî Qanîna Parkên Netewî û Qanûna Bingehîne.     Nûnerê TMMOB’a Boluyê Murat Ataman, têkildarî mijarê axivî û wiha got: “Ji bo vê projê bi cih bînin, dê xwezaya parkê ser û bin bikin. Hemû tiştî veşartî dikin û plana wê jî nadin me. Dibêjin ku dê daran jê nekin. Lê ji bo vê yekê jî tu tiştî nakin.”