Turk ê 7 caran hat girtin: Hikumet guherîn lê nêzîkatî neguherîn 2017-12-21 09:07:07 MÊRDÎN - Şaredarê Qoserê yê berê Ferhan Turk ji dema darbeya leşkerî ya 1980’yî heta niha 7 caran hat girtin û 14 salan di girtîgehan de ma, got ku gelek hikumet guherîn lê siyaseta li dijî kurdan neguheriye.  Şaredarê Qoserê yê berê Ferhan Turk, di 21’ê Mijdara 2016’an de bi hinceta tev li 1'emîn Mîhrîcana Aştiyê ya Çiyayê Bagokê bûye, hat girtin û di 15’ê Kanûnê de hat berdan. Turk, di dema darbeya 12'ê Îlona 1980’yî de bi îşkenceyên giran re rû bi rû ma û di 28’ê Adara 1981’ê de jiyana wî ya girtîgehê dest pê kir. Turk, ji doza KCK’ê bi salan girtî hat darizandin û herî dawî ji ber tev li mîhrîcanekê bûye hat girtin. Heta niha ji ber kar û barên xwe yên siyasî Turk 7 caran hatiye girtin û bi giştî 14 salan di girtîgehan de maye. Turk, piştî hat berdan jiyana xwe ya bi darizandinan û di girtîgehan de derbas bûye vegot.    'FETO JÎ AKP JÎ BI ÇAVEKÎ CUDA LI KURDAN DINERE’   Turk diyar kir ku li gel destûra fermî hebû jî ji ber tev li mîhrîcanê bûye hatiye girtin. Turk got ku beriya niha ji ber xebatên xwe yên siyasî gelek caran hatiye girtin. Turk da zanîn ew di heman demê de endamê HDP’ê ye û wiha domand: “Beriya girtinê demek dirêj li benda girtina xwe mam. Ji ber ku ez di doza KCK’ê de jî bi salan bi awayekî girtî hatim darizandin. Dozgerê der barê doza KCK’ê de îdianame amade kir endamê FETO’yê derket û hat girtin. Di girtina min ya dawî de jî dozgerê îdianame amade kir endamê FETO’yê derket. FETO jî AKP jî bi çavekî cuda li kurdan dinêrin. Tu caran fersendek demokratîk nedan me. Kar û xebatên me hemû bi awayekî aşkere li holê ne. Me dizî nekiriye, ji bilî siyasetê tiştek din nekiriye.”   Turk anî ziman ku ew di jiyana xwe de 7 caran hatiye girtin û 14 salan di girtîgehan de maye û ev tişt gotin: “Di doza KCK’ê de jî, doza herî dawî de jî ji ber hin sedemên badilhewa hatim girtin. Lê îro hevşaredar, parlementer, akademîsyen tên girtin. Herkesî ji xwe re tehdît dibînin. Binêrin hevserokên giştî yên partiyên bi mîlyonan deng standî ji girtîne. Kesên daxwazên gel tînin ziman tên girtin.”   ‘HEBÛN AN JÎ NEBÛN’   Turk bi gotina “Hikûmet hatin guhertin lê nêzîkatiya li hemberî kurdan neguherî” nêzîkatiya dewletê ya li hemberî gelê kurd nirxand û wiha berdewam kir: “Ecevît bi fîkra çep hat û gelê kurd jî piştgirî dayê. Mesut Yilmaz bi gotina ‘Pirsgirîka kurd ji Amedê derbas dibe’ hat. Erdogan bi gotina ‘Pirsgirîka kurd pirsgirîka herkesêî ye, bi taybetî pirsgirîka min e’ hat. Kurd jî ji ber van gotinan piştgirî dan wan. Lê dema bi hêz bûn kurd nasnekirin û zilmê li kurdan kirin. Hebûn an jî nebûn, wekî şanoyê lê kirin. Bi temamî siyaseteke li dijî kurdan tê meşandin. Divê gelê kurd jî li hemberî van polîtîkayan bibin yek. Bi gotina ez kurd im pêk nayê. Bi hev re çareser dibe.”   Turk bal kişand li ser nîqaşên di navbera Erdogan û DYA’yê ya der barê Qudusê de û wiha got: “Erdogan îro dibêje ku 'hêzdarî nayê wateya mafdariyê.' Rast e em jî dibêjin; hêzdarî nayêê wateya ku tu yê zilmê li kurdan bikî û mafên wan bin pê bikî. Ev gotin cih de ye. Divê bi awayekî yekalî neyê fikirîn."    Hevjîna Turk Hamdiye Turk ku di dema darbeya leşkerî ya 1980'yî de bi îşkenceyên giran re rû bi rû maye û 14 salên xwe li ber deriyê girtîgehan derbas kir jî axivî û bi van gotinan hestên xwe bi lêv kir: “Bi salan e zilmê li me dikin. Ji 1980’yî heta îro em zor û zehmetiyan dikişînin. Hêdî hêdî ber bi salên 80’yî ve diçin. Ez 14 salan li ber deriyê girtîgehan mam. Lê tu caran hêviyên min xelas nebûn. Ji ber ku mirov bi hêviyan dijî."    MA / Ozgur Paksoy – Gokhan Altay