AKP'ê 10 salin nexweşxaneyek ava nekirin 2017-12-21 09:04:24 WAN - Nexweşxaneya Dewletê ya Erdîşê di sala 2008'an de hîmê wê avêtin, tevî sozên 'dê vebe' jî heta niha neqediya ye. Erdîşî li benda qedandina nexweşxaneya ku AKP di her hilbijartinê de dike malzemaya propagandayê. Hat îdiakirin ku karkerên di înşeata nexweşxaneyê de dixebitîn, pereyên xwe wernegirtine ketine hundurê avahiyê û feyansên hatine çêkirin ji cih rakirine.  Li Erdîşa Wanê Nexweşxaneya Dewletê ya Erdîşê ku ji sala 2008'an ve hîmê wê hatiye avêtin, 9 sal in nehatiye qedandin. Di her hilbijartinê de hikumet wê dike malzemaya propagandayê û sozên "em ê vekin" dide gel. Li gel vê bi dehan mutehîdên ku çêkirina nexweşxaneyê hilgirtin ser xwe jî ji ber ku pereyên xwe wernegirtine dev ji kar berdane. Her wiha hat îdiakirin ku xwediyê fîrmayan û karkerên înşaeta nexweşxaneya ku Cîgirê Serokwezîr Recep Akdag ji bo wê gotibû "Em ê di sala 2017'an de vebikin" ji ber pereyên xwe wernagirtine, feyans û malzemeyên din ji cih rakirine û birine.    JI BER PEREYÊN XWE WERNEGIRTIN, FEYANSÊN HATIBÛN BICIHKIRIN RAKIRIN    Hat hînbûn ku karkerên di înşeata nexweşxaneyê de dixebitîn tim tên mexdûrkirin û di nav hefteyê de muteahîd û karker bi hev ketine. Hat diyarkirin ku karkerên pereyê xwe wernegirtine bi makîneyên karî kevirên parkeyî yên li ber nexweşxaneyê hatine bicihkirin rakirine û piştî vê yekê polîs hatine ber nexweşxaneyê mudaxileyî wan kirine û ji wê rojê ve polîs li ber nexweşxaneyê nobetê digirin.    Erdîşiyan anî ziman ku sozên hatine dayîn qet bi cih nehatine û pitikên ku roja hîmê nexweşxaneyê hat avêtin çê bûne niha bûne 10 salî.    Zafer Buyukaslanê 71 salî diyar kir ku ji ber mudaxileya partiyên siyasî bi salane nexweşxane nehatiye temamkirin û ev tişt gotin: "Hîmê nexweşxaneyê di dema Wezîrê Perwerdehiya Netewî Huseyîn Çelîk de hatiye avêtin. Em ketin sala 2018'an lê hîn jî neketiye fealiyetê. Neviyê min ê wê demê çê bûye 10 salî. Tim wek soza hilbijartinê wê bi kar tînin, lê tu pêşketin xwe nadin der. Ne saziyên civaka sivîl û ne jî tu kes hesabê vê yekê napirse. Rayedaran gelek caran daxuyanî da dê vebe, lê tu tiştek li holê tune ye. Herî dawî gotin wê di meha Tebaxê de bê vekirin, lê em niha di meha Kanûnê de ne û dev ji vekirinê berdin her diçe tê xerakirin. Her tim bahaneyeke cuda nîşan didin. Niha jî dibêjin 'av ketiyê em ji bo wê nikarin vebikin'. Di nav hefteyê de xebatkarên muteahîdan ji ber ku pereyên xwe wernegirtine kevirên parkeyî rakirine. Min bi çavên xwe dîtin bi kemçeyan kevirên parkeyî yên pêşiya wê radikirin. Polîsan mudaxile kir û ew sekinandin."    'BÊHN JI NEXWEŞXANEYA NIHA TÊ BIKARANÎN TÊ'    Buyukaslan diyar kir ku Nexweşxaneya Dewletê ya Erdîşê ya ku piştî erdhejê texrîb bû û paşê wek prefabrîk hat bikaranîn, ne nexweşxaneyeke paqij e û ev tişt gotin: "Di nav hefteyê de li nexweşxaneya prefabrîk dev ji dorê berde, muayene ne mumkun e. Bêhna ji nexweşxaneyê tê talûkeyê dide der. Hemû şêniyên navçeyên derdorê tên vê nexweşxaneyê. Ev nexweşxane bi tu awayî ne hîjyenîk e."    'TU DIBÊ QEY EN NEXWEŞXANE AXUR E'    Welatiyê bi navê Halîs Mînas jî bi bîr xist ku bi salan e nexweşxane wek înşeatê ye û rayedarên ku hatin û soz dan bi tu awayî sozê xwe bi cih neanîne. Mînas ev tişt gotin: "Kî tê dibêje 'em ê vekin'. Lê çi dibe bi gel dibe, çimkî ev naxwazin çê bikin. Cihê nexweşxaneya niha wek axuran e. Axur çawa be nexweşxaneya ku niha tê bikaranîn jî wiha ye. Dema em nexweş dikevin em naxwazin biçin nexweşxaneyê. Çimkî nexweşxane qirêjî ye û pir pîs e. Nexweşên diçin wir perîşan dibin. Dema nexweşek me çê dibe em dibin Wanê. Ev çûn hatin hemû mesref e. Û bi ser de ewqas rê bandorê li rewşa nexweş dike. Dema pereyê me tune be em nikarin biçin nexweşxaneyê. Bila rojek berî rojekê vê nexweşxaneyê biqedînin. Di her hilbijartinê de dibêjin em ê vebikin, lê em dibînin tu xizmet tune ye."    Velî Akçay jî got ku kesên niha diçin nexweşxaneya heyî ya prefabrîkî perîşan dibin û wiha domand: "Em duh çûn nexweşxaneyê. Cihekî biçûk e û bi hezaran kes tê. Em nikarin li vir tedawî bibin. Êdî em nexweşên xwe dibin Wanê. Bi salane vê nexweşxaneyê çê dikin, lê temam nakin. Her tim dibêjin wê vebe lê li holê nexweşxaneyeke ku bê vekirin tune ye. Ev ji ber muteahîdan a an diziyê ye? Em jî nizanin. Tenê em dixwazin sozên ku hatine dayîn bila bi cih bên. Em dixwazin dawî li vê çîleyê bê. Tiştên tên kirin ji çîleyê xerabtir e. Divê dewlet rojek berî rojekê dest bavêje vir."