Hamzaoglû: Li kuderê pirsgirêk hebe wê HDK li wê derê be 2017-12-21 09:04:02 STENBOL – Hevberdevkê HDK'ê Onûr Hamzaoglû diyar kir ku di serdema nû de pirsgirêkek li ku hebe wê HDK li wê derê be û wiha got: "Di dibistanên me yên HDK'ê yên ku wê di sala 2018'an de dest pê bikin, dê her kes hem hîn bibe hem jî bide hînkirin. Wê ev kes bibin ew kesên ku pirsgirêka kurd û çavkaniyên wê dizanin, rêyên wê yên çareseriyê nîqaş dikin. Li kuderê meclisên HDK'ê hebin dê ew der bibin dibistan."  Desteya Giştî ya 8'emîn a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), di 17'ê Kanûnê de li Plaza Otel a Enqereyê pêk hat. HDK di danezana xwe ya encamê de destnîşan kir ku HDK cihê hemû bindestan, karker, kedkar, jin, ciwan û kesên din e. Piştî Desteya Giştî ya 8'emîn Prof. Dr. Onûr Hamzaoglû careke din bû Hevberdevkê HDK'ê. Hamzaoglû encamên desteya giştî nirxandin.    ‘LI KUDERÊ PIRSGIRÊK HEBE DÊ HDK LI WÊ DERÊ BE'    Hamzaoglû diyar kir ku wan desteya giştî ya 8'emîn wek "Desteya giştî ya damzerandina ji nû ve" amade kiriye û tiştên xwe di desteyê de dane der ji bo xwegihandina armancên wan bûne hêvî. Hamzaoglû dest nîşan kir ku wê ji niha û pê ve di bername û tuzuka HDK'ê de tu guherîn çê nebin. Hamzaoglû got ku ew ji danberhevî û tecrûbeyên 15'ê Cotmeha 2011'an ên dema avakirina HDK'ê heta niha sûdê werdigirin û hewl didin ku di vê çarçoveyê de ji nû ve li herêman rêxistinbûyîna meclîsan bikin. Hamzaoglû dest nîşan kir ku di serdema nû de pirsgirêkek li ku hebe wê HDK li wê derê be û ji bo çareserkirina pirsgirêkê ew ê zaf hewl bidin. Hamzaoglû diyar kir ku HDK bi avakirina partiya siyasî (HDP) re bi awayekî wekhev û demokrastîk alîgirê çareserkirina pirsgirêka kurd e û ev tişt gotin: "Li Tirkiyeyê heta ku ev pirsgirêk neyê çareserkirin, jixwe wê keysa çareserkirina pirsgirêkên sereke tune be. Em pêşî pirsgirêka kurd çareser bikin, da ku em karibin pirsgirêkên ked, aborî û bajaran çareser bikin. Wê ji bo vê yekê, ji bo pirsgirêka kurd bê nîqaşkirin wê fealiyetên me yên dibistanî çê bibin."    Hamzaoglû anî ziman ku armanca HDK'ê ew e ku ji bo afirandina kesên hay ji pêvajoya civakiyî hene û ji bo sibê cihê hêviyê ne dibistanan ava bike. Hamzaoglû ev tişt gotin: "Di dibistanên me yên HDK'ê yên ku wê di sala 2018'an de dest pê bikin de, wê her kes hem hîn bibe hem jî bide hînkirin. Wê ev kes bibin ew kesên ku pirsgirêka kurd û çavkaniyên wê dizanin, riyên wê yên çareseriyê nîqaş dikin. Li kuderê meclîsên HDK'ê hebin dê ew der bibin dibistan. Em ê di meha ewil a 2018'an de dest pê bikin. Wê perwerdehiya ewil li avahiya giştî ya HDK'ê bê dayîn. Lê divê ev yek wateya ku dê HDK li dersxana û amfiyan asê bibe nede der. Ji bo destpêkê ka em ê karibin çi bikin bibînin wê ev bibe nêvengeke ceribînê."    Hamzaoglû dest nîşan kir ku têkildarî pirsgirêka kurd tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan jî rojeva wan a sereke ye. Hamzaoglû got ku bi tu awayî tecrîd nayê qebûlkirin û sûc e. Hamzaoglû balê kişand ser Rojavayê û dest nîşan kir ku di sedsala 21'emîn de Şoreşa Rojavayê nîşan da ku li hemberî kapîtalîzmê jiyaneke alternatîf pêkan e. Hamzaoglû balê kişand ser operasyona Efrînê jî û ev tişt gotin: "Ev operasyon ji ber vê yekê ye. Lê ji bo şoreşa li wir neyê tepisandin em alîgirê wê şoreşê ne. Ji destê me çi bê em ê bikin."    Hamzaoglû anî ziman ku dirûşmeya HDK'ê ya 2011'an "Rêwîtiya ber bi hêviyê" her diçe pêşvetir diçe û wiha axivî: "Belê, cîhan tarî ye, Tirkiye tarî ye lê em ber bi salên ku wê ev tarîtî ji holê bê rakirin ve diçin."    MA/ Muhammed Dogru