ROJEVA 21'Ê KANÛNA 2018'AN 2017-12-21 09:00:02 *Hevberdevkê HDK'ê Onûr Hamzaoglû diyar kir ku di serdema nû de pirsgirêkek li ku hebe wê HDK li wê derê be û wiha got: "Di dibistanên me yên HDK'ê yên ku wê di sala 2018'an de dest pê bikin de, wê her kes hem hîn bibe hem jî bide hînkirin. Wê ev kes bibin ew kesên ku pirsgirêka kurd û çavkaniyên wê dizanin, riyên wê yên çareseriyê nîqaş dikin. Li kuderê meclîsên HDK'ê hebin dê ew der bibin dibistan."  *Nexweşxaneya Dewletê ya Erdîşê ku di sala 2008'an de hîmê wê hat avêtin, tevî sozên 'dê vebe' jî heta niha çêkirina wê nehatiye qedandin. Erdîşî li benda qedandina nexweşxaneya ku AKP di her hilbijartinê de dike malzemaya propagandayê ne û her wiha hat îdiakirin ku karkerên di înşeata nexweşxaneyê de dixebitîn û pereyên xwe wernegirtin jî ketine hundurê avahiyê û feyansên hatine bicihkirin ji cih rakirine.    *Di nûçeyên der barê aboriya Sûrê de ku dihat diyarkirin rewşa aboriya Sûrê baş dibe, lê belê esnafên Sûrê dibêjin ku ew ber xwe nabînin û rewşa wan ne tu rewş e.   *Hat derpêşkirin ku Ordûeviya Amedê ku tê îdiakirin gora Şêx Seîd di baxçeyê wê de ye, dane TURGEV'ê ku keç û kurê Serokomar Erdogan Bîlal Erdogan û Esra Albayrak di rêveberiya wê de cih digirin.    *Şaredarê Qoserê yê berê Ferhan Turk ku ji dema darbeya leşkerî ya 1980’yî heta roja îro 7 caran hat girtin û 14 salan di girtîgehan de ma got ku gelek hikûmet guherîn lê siyaseta li hemberî kurdan neguheriye.    *Nuran Cansever a 62 salî ku hêj zarok bû hat zewicandin û her dem hevjînê wê lê da û bi van gotinan "Bila jin jiyana xwe neherimînin" bang li jinan kir ku li dijî tundiyê têbikoşin.    * Malbatên Roboskê yên di 28'ê Kanûna 2011'an de balafirên şer ên 34 xizmên wan kuştin dê li ser gorên xizmên xwe daxuyaniyê bidin çapemeniyê.    * Danişîna doza Akademisyenên Aştiyê yên danezana "Em nabin şirîkê vî sûcî" îmze kirin û tên darizandin dê li 33 û 36'emîn Dadgeha Cezayên Giran ên Stenbolê bê dîtin. (09.00)    * Yekîtiya Ji bo Demokrasiyê dê têkildarî kampanya bi daxwaza "Tirkiyeyek bê OHAL" li Pasaja Avrupa ya Stenbolê civîna çapemeniyê pêk bîne. (11.00)   * Niqaşên butçeyê dê li meclîsê berdewam bikin. (11.00)   * Çalakiya Kolana Yukselê ya "Em karê xwe paşve dixwazin" dê di roja 408’an de berdewam bike. (13.30/18.00)   * Danişîna doza êrîşa li dijî mîtînga HDP'ê ya 5'ê Hezîrana 2015'an dê li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Sincanê ya Enqereyê bê dîtin. (14.00)