Li Tirkiyeyê 96 kesên din jî mirin: Hejmara miriyan bi giştî bû 908 2020-04-09 19:45:02     NAVENDA NÛÇEYAN – Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de ji ber şewba Covîd-19'yê 96 kesên din jî mirin. Hejmara kesên ji ber şewba coronayê mirine bû 908.    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên dawî yên der barê vîrûsa coronayê (Covîd-19) de parvekirin. Koca, daxuyand ku heya niha bi giştî 276 hezar û 338 test hatine kirin, bi giştî di 42 hezar û 282 kesan de vîrûsa hatiye tespîtkirin û îro di 24 saetên dawî de ji ber vîrûsê 96 kes mirine.   Li gor daneyên dawî li Tirkiyeyê hejmara kesên heya niha ji ber Covîd-19'yê mirine bû 908.    Her wiha hejmara kesên heya niha baş bûne jî 2 hezar û 142 ye.