Berpirsiyarê DAIŞ'ê yê Tirkiyeyê Ebu Hanzala disa hat girtin 2020-04-09 18:38:54     STENBOL - Berpirsiyarê DAIŞ'ê yê Tirkiyeyê Halis Bayuncuk ê di nava gel de wekî Ebu Hanzala dihat nasîn serbest hat berdan. Hanzala li ser îtîrazê dîsa hat girtin.    Yek ji berpirsiyarê DAIŞ'ê yê Tirkiyeyê Halîs Bayuncuk ê di nava cemaweriyê de bi navê Ebu Hanzala dihat naskirin, ji Girtîgeha Sîlîvriyê serbest hat berdan  Hanzala di sala 2017'an de bi fermana Dozgerê Komarê yê Sakaryayê hatibûn binçavkirin û ji aliyê dadgehê ve hatibû girtin. Hanzala,  ji sucdariya “Rêxistina terorê ava kiriye û bi rêve dibe" dihat darizandin. Hanzala ku nêzî 3 salin girtî ye, îro ji aliyê dadgehê ve serbet hat berdan. Hanzala li ser îtîrazê dîsa hat girtin.