Testa girtiyê hat îdîakirin întîhar kiriye negatîf derket 2020-04-09 16:25:06   ÎZMÎR - Li Girtîgeha Sergirtî ya Zarokan a Şakran, testa vîrûsa korona ya girtî Alî Erdogan ê hat îdîakirin ku întîhar kiriye negatîf derket.   Li Girtîgeha Sergirtî ya Zarokan a Şakranê, hatibû îdîakirin ku girtî Alî Erdogan ê 17 salî di 4’ê Nîsanê de întîhar kiriye. Pismamê Erdogan Abdûlkadîr Erdogan, diyar kiribû ku li ser bedena pismamê wî deqên reş hebûn. Malbata Erdogan, darbarê mirina kurê xwe de, serî li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Îzmîrê da bû. Cenazeyê Alî Erdogan ê hat îdîakirin ku întîhar kiriye, ji bo encama testa vîrûsa korona (Kovîd-19) li Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Îzmîrê dihat girtin. Saziyê îro li malbata Erdogan geriya û agahiya testa kurê negatîf derketiye, da malbatê. Saziyê ji malbatê re got, hûn dikarin sibe cezayê kurê xwe bigirin.   Cenazeyê Erdogan wê sibe li Goristana Dogançay a navçeya Karşiyakayê bê definkirin.