Li Amedê tedawiya 171 nexwşin vîrûsê didome 2020-04-09 14:58:20   AMED – Li Amedê tedawiya 171 nexweşên bi guman û teşhîsa vîrûsa koronayê li ser wan heye didome.   Li Amedê hejmara nexweşên ku ji ber vîrûsa koronayê radikin nexweşxaneyan û dikin bin tedawiyê zêde dibe. Li nexweşxaneyên cuda yên bajar 56 kesên teşhîsa vîrûsa koronayê li ser wan hatiye danîn jî di nav de tedawiya 171 kesan didome. Hat diyarkirin ku li nexweşxaneyan 5 zarok jî bi gumana vîrûsê tên tedawîkirin. Li bajar heta niha yek jê bi gumana vîrûsa koronayê bi giştî 10 welatiyan jiyana xwe ji dest daye. Hat hînbûn ku li Faqulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê hemşîreyekî jî bi vîrûsa koronayê ketiye û hatiye tedawîkirin. Li navçeya Farqînê jî 7 kesên ku bi vîrûsê ketine wan kirin bin qarantînayê.