Li Pasûrê operasyona eskerî bi binçavkirinan didome 2020-04-09 14:22:31   AMED – Piştî teqîna duh li çoltera Pasûrê pêk hat, esker û tîmên taybet bi ser malan de girtin û gelek kes binçav kirin.    Guh serê sibê li çoltera gundê Şawişa girêdayî navçeya Pasûra Amedê teqîn pêk hatibû û 5 kesan jiyana xwe ji dest dabû. Piştî teqînê operasyona eskerî hatibû destpêkirin û ev operasyon li herêmê didome. Dorpêçkirina eskerî ya li gundê Şawişa jî didome. Têketin û derketina gund qedexe ye û ji ber xetên telefonan nakişîne kes nikare xwe bigihîne şêniyên gund. Esker û tîmên taybet li gund bi ser malan de girtin û hat zanîn ku gelek kes binçav kirine. Hat gotin di serdegirtina malan de kelûpelên gundiyan belav kirine.    3 BIRAYÊN HEV HATIN BINÇAVKIRIN    Di vê navberê de têkildarî teqînê li navenda Amed û li navenda navçeya Pasûrê û li Îzmîrê jî polîsan bi ser malan de girtin. Di serdegirina malan de Bunyamîn, Umran û Abdulhakîm Okût ên birayên hev hatin binçavkirin. Bunyamîn li Pasûrê yê xebatkarê şaredariya Pasûrê, Umran li Amedê û Abdulhakîm jî li Îzmîrê hatin binçavkirin. Hat zanîn ku biryara nepeniyê danîne ser dosyeyên her sê birayan.    LI LICÊ JÎ OPERASYON HAT DESTPÊKIRIN    Li aliyê din di çarçoveya heman operasyona li Pasûrê operasyona eskerî li çoltera gundên Sîsê, Dêrxûst û Xezmez ên girêdayî navçeya Licê ya Amedê jî hatiye destpêkirin û didome.