Li Edeneyê jinek hat qetilkirin 2020-04-09 14:01:16   EDENE -Li navçeya Seyhanê ya Edeneyê jinek rastî êrîşê hat û jiyana xwe ji dest da.    Li Taxa Sarihamzali ya Navçeya Seyhanê ya Edeneyê Aysel Akkurt, dema ji malê derket û xwest çopê bavêje, rastî êrîşê hat. Akkurt ji aliyê kesên bi maşînê nêzî wê bû ve rastî êrîşa çekdarî hat û bi giranî birîndar bû. Akkurt, bi  ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Seyhan. Akkurt, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.