Olûç: Piştî efûya Rahşan niha jî efûya alîgir derxistin 2020-04-09 13:38:44 ENQERE – Wekîlê Serokê Koma HDP’ê Sarûha Olûç guhertina qanûna înfazê rexne kir û got: “Yanî piştî gotina ‘efûya Rahşan’ di jiyana siyaseta Tirkiyê de gotina ‘efûya alîgir’ hat nivîsandin.”    Wekîlê Serokê Koma HDP’ê Sarûh Olûç li gel parlamenterên HDP’ê têkildarî guhertina qanûna înfazê li ber Meclîsê daxuyanî da çapemeniyê. Palamenteran di daxuyaniyê de wêneyên siyasetmedar, parêzer, rojnameger û girtiyên nexweş û dovîzên “Em di înfazê de wekhevî dixwazin” hildan.    ‘SEDEMÊ REWŞA GIRTÎGEHAN AKP YE’    Olûç destnîşan kir ku guhertinê ne ji ber vîrûsa koronayê anîne û îqtîdarê vê guhertina yasaya înfazê wek fersend ji xwe re nirxandiye. Olûç got heke ku bixwazin girtî werin paratin di rojekê de dikarin guhertinek birêkûpêk çê bikin û hemû girtî werin berdan, lê hikumet li fersenda xwe pêk tîne û bi vê guhertinê jî Meclîsê mijûl dikin. Olûç da zanîn ku tişta esas bê kirin rewşa girtiyên ku hejmarên wan li qawîşan gihîştiye heta sed kesî ye û sedemkarê vê rewşê jî îqtîdara AKP’ê ye.    Olûç redkirina xala guhertina tundiya di tenduristiyê de jî rexne kir û got redkirina vê pêşniyarê hemû polîtîkaya îqtîdarê ya tenduristiyê zelal dide nîşandan û AKP ne di derdê xebatkarên tenduristiyê de ye.     ‘NEWÊRÊN NAVÊ EFÛYÊ LÊ BIKIN’   Olûç diyar kir ku îqtîdarê bi guhertina qanûna înfazê ji alîgirên xwe re efû derdixe û wiha got: “Ev teklîfek efûya alîgiriyê ye. “Yanî piştî gotina ‘efûya Rahşan’ di jiyana siyaseta Tirkiyê de gotina ‘efûya alîgir’ hat nivîsandin. Yên ku vê guhertinê tînin jî dizanin çi çi ye. Lê çima naxwazin bêjin çimkî ji berteka civakê ditirsin. Ji bo partiyên muxalefetê derveyî vê yekê bihêlin angaşt dikin ku ev ne efû ye. Navê guhertinê lê kirine.”    ‘TEVDÎRAN BIGIRIN’   Olûç ji ber vîrûsa koronayê carek din bal kişand ser tevdîrên îqtîdarê yên li qadên hilberînê û xwest div ê pêvajoyê de ji bo her kesî bi awayên wekhev tevdîr werin girtin û alîkarî were kirin.    ‘TEVGEREK DIJ MIROVAHIYÊ YE’    Olûç bal kişand ser gotina ‘bimire (geber bibe)” ya Midurê Polîtîkayên Malbat, Xebat û Civakî Naîl Nogay ku ji jinek roman re gotibû û wiha got: “Ev gotin û tevgera vî midûrî li dijî mirovahiyê ye. Biçûk xistina mirovahiyê ye. Şerma herî mezin e.”