'Ne alîkarî piştevaniye' 2020-04-09 13:33:35   EDENE - Hevserokê HDP'ê yê Edeneyê Mehmet Karakiş bal kişand ser kampanya "Malbata Xwişk û Bira" û got: "Ev kampanya ne alîkarî ye, piştevaniye. Divê her kes xwe weke parçeyek vê kampanyayê bibîne."   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Edenê, di çarçoveya têkoşîna li dijî şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) de, ji bo “Kampanya Malbatî ya Xwişk û Biratiyê” ku ji aliyê navenda partiyê ve hatibû destpêkirin Desteya Koordînasyona Piştevaniya Malbatî ya Xwişk û Biratiyê ava kir. Hevserokê HDP’ê yê Edenê Mehmet Karakiş, derbarê xebatên bi rêve dibin de, banga destekkirina kampanyayê li her kesî kir.   TEVNA CIVAKEK BI HÊZ   Karakiş, diyar kir ku ev kampanya ne alîkariye, piştevaniye û wiha axivî: “Ji bo ku em mirovan bînin gel hev me dest bi rêxistinkirineke tevnê kir. Civakekê ku tenê xwe bifikire bi talûkeye. Ev li dijî nirxên me yên exlaqî û polîtîkin. Em kampanya xwe hem li ser medya civakî û hem jî li taxan bi rêve dibin. Kesên dixwazin di kampanyayê de cih bigirin û malbatên mexdûr em tînin gel hev. Li deriyekê xistin û telefonek kirin di çarçoveya vê kampanyayê deye.”   Karakiş, xwest ku mirovên pêdiviya wan heyî xwe bigihînin wan û bang li her kesî kir ku hêzê bidin kampanyeya wan.   Nûmareyên xwe gihandina kampanyeya li Edeneyê wihane: (0535 413 51 63) – (0546 733 46 56)