Bijîşkê girtîgehê got ‘tiştek bi yê lêdixe nabe’ û rapora lêdanê neda 2020-04-09 12:53:44   ÎZMÎR - Girtî Bûrhan Ozmuş ê li Girtîgeha Şakranê 15 gardiyenan lêxistin, piştî gilîkirina bavê xwe îfade da. Ozmuş, diyar kir ku bijîşkê girtîgehê jê re gotiye “tiştek bi yê lêdixe nabe” û bi vî awayî rapor nedayê.   Girtiyê 24 salî Bûrhan Ozmuş ê li Qawîşa B-9 a Girtîgeha Tîpa T a Hejmera 3 a Şakranê ya navçeya Alîaga ya Îzmîrê dimîne, di hevdîtina telefonê ya 5’ê Nîsanê de li bavê xwe Cîhan Ozmuş geriya û jê re got di girtîgehê de rastî îşkenceyê hatiye. Hat diyar kirin ku piştî hevdîtina telefonê, nêzî 15 gardiyenan bi hinceta “te di telefonê de dengê xwe bilind kiriye” li Ozmuş xistine.   QEYDÊN KAMERAYÊ DÊ BÊN LÊKOLÎNKIRIN   Bavê Ozmuş Cîhan Ozmuş, li ser vê yekê diçe Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê û derbarê gardiyenên kurê wî derp dikin de gilî dike û dixwaze lêpirsîn bê vekirin. Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê li ser giliyê, li girtîgehê îfadeya Bûrhan Ozmuş ê ji aliyê gardiyenan ve hatibû derp kirin girt.   Ozmuş di hevdîtina telefonê ya duh bi malbata xwe re kir de tiştên jiyîn wiha vegotin: “Çawîşê pispor duh gazî min kir û ji min re got, ‘Bavê te çûye Serdozgeriya Komarê û ji ber derpkirina te gilî kiriye.’ Min jî got raste. Ji ber ku gardiyenan ez derp kirim, min ji malbata xwe re got ku gilî bikin. Çawîş li ser vê ji min re got, ‘kanî şopa darbeyan?’ Min jî got bijîşkê girtîgehê yek alî nêz bû û rapor ne da min. Hemû kesî reşahiya ser rûyê min, xwîna pozê min û milên min ên werîmin dîtin. Hevalên min ên qawîşê jî şahidin. Qeydên kamerayan hene. Ez di erdê re kaş kirim û paşve kelepçe kirim. Min heman îfade dan Serdozgeriya Komarê jî. Ji min re gotin wê qeydên kamerayan lêkolîn bikin. Çi dibe bila bibe, ez gilîdarê gardiyenên ez derp kirime. Êdî dixwazim hemû kes dengê min bibîhisin. Gardiyenên li vê derê pir cuda nêzî hemû kesan dibin.”