Eskeran ketin û derketina Gundê Şawîşa ya Pasûrê girtin 2020-04-08 16:56:54   AMED - Eskeran ketin û derketina Gundê Şawîya yê navçeya Pasûrê ya teqîn lê pêk hat û 5 kesan jiyana xwe ji dest dan, li mirovan girtin.    Li çoltera gundê Şawîşa ya navçeya Pasûr a Amedê, saet di 06.30'ê sibê de dema wesayît derbas bû, bombe teqîya û 5 kesan jiyana xwe ji dest dan. Hat zanîn ku kesên ji bo birîna daran çûn herêmê, di maşînê de jiyana xwe ji dest dan. Li herêma teqîn pêk hat esker derketin operasyonê û operasyon didome. Gelek timên taybet sewqî herêmê kirin. Dîsa li herêmê liv û tevgera liv û tevgera helikopteran didomin. li aliyêdin Balafirên Bê Mirov (İHA) û Balafirên Bê Mirov ên Bi Çek (SİHA) li herêmê digerien. Hat zanîn ku ketin û derketina Gundê Şawîşa ji aliyê eskeran ve hatiye girtin û gund di bin kontrola eskeran de ye. Piştî lêkolînê maşîna pê li mayînê kir ji herêmê hat kişandin.    Di bûyerê de kesên bi navê Haci Akdeniz, Alaattin Yildiz, Ahmet Erboga, Burhan Tanrıkulu û Sedat Hazar jiyana xwe ji dest dan û cenazeyên wan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattin Eyyubî ya Amedê. Hat zanîn ku piştî otopsiyê dê cenazeyê 5 kesan bibin li gundê lê ji dayik bûne defin bikin.