KESK'ê rewşa Wanê a Covît-19 aşkere kir: Heta niha 7 kes bi vîrûsê mirine 2020-04-08 16:30:26   WAN - Platforma Şaxan a KESK'ê ya Wanê tabloya têkildarî vîrûsa corona (Covît-19) a li Wanê aşkere kir. KESK'ê da zanîn ku li Wanê bi giştî Hezar û 400 KÎT hene û 30 kes bi şewba vîrûsê ketine û 7 kes jî bi vîrûsê mirine.    Platforma Şaxan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ya Wanê, têkildarî rewşa şewba vîrûsa corona (Covid-19) ya li Wanê civîna çapemeniyê li dar xist. Di civîna çapemeniye ya KESK'ê de, li ser navê KESK'ê Hevseroka SES'ê Figen Çolakoglu daxuyanî da. Çolakoglu, diyar kir ku li Wanê ji bo testan bi giştî Hezar û 400 KÎT hene û wiha got: "Di nava van KÎT'an de bajarê Bêdlis, Agirî jî di nav de ye. Heta niha di destên hatiye kirin de di xwîna 32 kesan de vîrûs hatiye dîtin. Niha ji van kesan 8 kes rewşa wan giran e û di bin çavdêriyê de ne. 120 kes jî bi şika vîrûsê li nexweşxaneyan di bin kontrolê de ne. Heta niha li Wanê ji ber şewba vîrûsê 7 kesan jiyana xwe ji dest dane. Hemû kedkarên tenduristiyê, rêveber û endamên Sendîkayê yên di têkoşîna li dijî vê şewbê didin, di perwerdehiya tekoşîna li dijî vê şewbê re derbas nebûne."      Çolakoglu, anî ziman ku bi qasî dixwazin bi lez û têra xwe testa COVİD-19 nayê kirin û wiha berdewam kir: "Em bawer dikin ku li bajarê me hêjmara testan pir kêm e. Bi qasî em agahdar bûn, bi fermana Walîtiyê hemû personelên ÎŞ-KUR'ê yên di bin baneya Midûruiyeta Perwerdehiyê ya Bajar de li nexweşxaeyan hatine peyvirdarkirin û mafê wan ê îtîraza vê yekê tune ye. Daxwaza TTB'ê ji aliyê AKP û MHP'ê ve hatiye red kirin. Mamosteyên tayîna wan derketiye hêj nehatine bi cih kirin. Hêj karkerên PTT'ê di bin rîskek mezin de kar dikin. Heta niha kesên di milê Karê Buro de kar dikin, di xwîna 12 kesan de vîrûs hatiye dîtin."