Li Meclîsê bi meşê newekhevî şermezar kirin 2020-04-08 15:57:29   ENQERE - Parlamenterên HDP’ê, bi meşê newekheviya di pêşnûmeya înfazê li Meclîsê şermezar kirin.   Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), pêşnûmeya înfazê ya di Desteya Giştî de tê nîqaşkirin, li Meclîsê bi meşekê li dar xistin şermezar kirin. Parlamenteran wêneyên girtiyên siyasî, rojnameger û girtiyên nexweş kirin desten xwe û dest bi meşê kirin. Parlamenteran di meşê de dirûşmeyên “Em wekheviyê di înfazê de dixwazin”, “Qanûna jiyanê ne ya mirinê”, “Mafê infaza wekhev nayê astengkirin”, “Ji bo jinan parastina lezgîn” û “Em edaleta rast ne ya zilam dixwazin” berz kirin.   Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû ji bo parlamenteran li çepikan xist û dirûşmeya “Em di înfazê de wekheviyê dixwazin” berz kir û piştgirî da meşa parlamenterên HDP’ê.   Meşa parlamenteran a şermezarkirinê bi berzkirina tilîliyan bi dawî bû.