Qedexeya li gundên Kerboranê di roja 3’yemîn de ye 2020-04-08 15:28:41   MÊRDÎN - Qedexeya derektina kolanan a li 3 gundên Kerboranê hatibû îlankirin, di roja 3’yemîm de dewam kir.   Li gundên Xirbê Şabikê, Baskîl Kevîl û Dêrqûbê yên navçeya Kerboran a Mêrdînê ji ber operasyona leşkerî qedexeya derketina kolanan di şeva 6’ê Nîsanê de hatibû îlankirin. Qedexe di roja 3’yemîn de jî dewam kir. Hat diyar kirin ku li gundê Xirbê Şabikê ya qedexeye lê hatibû îlankirin, ji heman malbatê 6 kes ji bo demek kurt hatine binçavkirin û dûre hatine berdan. Hat dest nîşan kirin ku welatiyên gundan, dixwazin biçin nava rez û baxçeyên xwe, lê leşker destûrê nadin wan.   Li gundên ku qedexeya derketina kolanan hatiye îlankirin, liv û tevgera leşkerî dewam dike.