TTB: Wezareta Tenduristiyê di raporên xwe de kodên navneteweyî nanivîse 2020-04-08 15:25:26   ENQERE - TTB'ê diyar kir ku Wezareta Tenduristiyê di raporên xwe yên mirina ji ber şewba vîrûsa corona de kodên navneteweyî ku WHO pêşniyar kiribû, nanivîse.    Konseya Navendî ya Yekîtiya Tabîban a Tirk (TTB), têkildarî rapor û hêjmarên kesên ji ber vîrûsa corona (Covid-19) jiyana xwe ji dest dane daxuyanî da. TTB'ê di daxuyaniyê de anî ziman ku Wezareta Tenduristiyê di raporên xwe yên der barê mirina ji ber vîrûsa corona de, kodên ku Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) pêşniyar kiriye nanivîse. TTB'ê anî ziman ku li Tirkiyeyê rêjeya kesên bi vîrûsê ketine û ji ber vîrûsê mirine li gorî welatên din pir cuda ye. TTB, da zanîn ku li Tirkiye hêjmara nexweşên bi şewbê zêde dibe, lê li gorî wê hêjmara kesên bi vîrûsê dimirin li gorî wê pêş nakeve û ev yek balkêş e. TTB'ê xwest Wezareta Tenduristiyê demek beri demekê li gorî pîvanên WHO gavan bavêje û li gorî wê kodên navneteweyî binivîse.    TTB, destnîşan kir ku ger qeydan ji wan re veke amade ne ku piştgiriyê bidin vê pêvajoyê.