HDP'ê neqebûlkirina serlêdana jinan a stargehê ji meclîsê pirsî 2020-04-08 15:10:17   AMED - Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosun, neqebûlkirina serlêdana jinan a stargeha jinan bir rojeva meclîsê.    Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Remziye Tosun, ji ber Stargeha Jinan a girêdayî şaredariyên Amedê. serlêdanên jinan qebûl nake, pirsname da meclîsê û xwest ev yek bê lêkolînkirin û çareserkirin. Tosun, anî ziman ku di vê pêvajoya  vîrûsa corona li hemû Tirkiyeyê belav bûye de ji 11'ê Adarê heta 31'ê Adarê 21 jin hatin kuştin û wiha got: "Ji jinên hatin kuştin 18 jin di malê dehatin kuştin. 9 jin jê zewicî bûn. 5 jin jî ji aliyê birayên xwe ve hatin kuştin. Di vê pêvajoya tundiya li dijî jinê zêde dibe de, Mala Jinan a Kardelen a Şaredariya Rezan û Navenda Sepantin û Lêkolîna Pirsgirêkên Jinan (DÎKASUM) a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê serlêdana jinan red dike.    Tosun, ji bo Wezîrê Karên Hundir Sulayman Soylu bibersivîne ev pirs pirsîn:    “* Redkirina serlêdana jinan wekî wezîr agahiya we jê heye?    * Şaredariyên ku serlêdana jinan red dike ferman û talîmatê ji ku digire?    * Sedema redkirina serlêdana jinan a Stargehan çiye?    * Jinên ku mafê wan tê binpêkirin û serî li van stargehan didin, piştî redkirina serlêdanê ji bo van jinan tu tedbîr têne gritin?    * Der barê şaredariyên ku serlêdan red kirine de tu lêpirsîn hatiye destpêkirin ya na? Ku nehatibe destpêkirin dê lêpirsîn bê vekirin?"