Beştaş: Em hiqûqa mirovheziyê dixwazin 2020-04-08 15:08:29 ENQERE – Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, diyar kir ku mirina girtiyekê 70 salî ya ji ber vîrûsa koronayê cînayet û got: “Jiyan di girtîgehan de bi cih nabe. Divê hiqûq ji bo her kesî pêk bê. Em ne hiqûqa dijminantiyê, hiqûqa mirovheziyê dixwazin.”   Serokwekîla Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş, derbarê pêşnûmeya qanûna înfazê de li Meclîsê civîna çapemeniyê pêk anî. Parlamenterên beşdarî civînê bûn, wêneyên girtiyên nexweş û girtiyên siyasetmedar vekirin.   Beştaş, qanûna înfazê ku piştî vîrûsa koronayê anîna rojeva Meclîsê rexne kir û wiha axivî: “Di rojên koronayê de, mafê jiyana hemû kesan dibin rîskek mezin deye. Ev qanûn di demeke ku girtîgeh herî zêde tijene de anîn Meclîsê. Diviya bu berî vîrûsê di demek asayî de ev qanûn bihata Meclîsê. Em bangên ‘Di malê de bimînin’ destek dikin, lê em dirûşmeya ‘Di girtîgehê de bimînin’ tu carî qebûl nakin. Em dibêjin ku jiyan di girtîgehan de bi cih nabe. Ji ber ku di girtîgehan de tu bergirî ji bo kesên 50 û 60 salî tuneye û ev kes neçarî jiyana bê parastin tên kirin. Jiyan di girtîgehan de bi cih nabe. Divê hiqûq ji bo her kesî bê bi cih anîn. Em ne hiqûqa dijminantiyê, hiqûqa mirovheziyê dixwazin. Hiqûqa mirovheziyê, ji bo her kesî fermana wekheviyê dide.”   ‘EV CÎNAYETE’   Beştaş, diyar kir ku ev pêşnûme dubendiyê kurtir dike û wiha got: “AKP kesên li dijberî xwe mûxalîf dibîne, bi siyaseta “rehîneyê” di girtîgehan de digire. Di Girtîgeha Bafrayê de Mehmet Yeter ê 70 salî ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da. Ev cinayete. Hêza li dijî me AKP û hevkarên wê, dibêje ‘girtiyên siyasî tuneye.’ Ev politikaya rehîn girtinê ye û di vê polîtîkayê de israr kirin, tê wateya di polîtîkayên komkujiyê de israr kirine. Girtî û hikûmxar niha bi du awayî hatine rehîngirtin. Yek rehîneyên siyasêta AKP’ê ne, ya du jî rehîneyên şewba Kovîd-19’an e. Em vê bêmafiyê qebûl nakin.”   REWŞA HEYÎ GIRANTIR DIBE   Beştaş, dest nîşan kir ku divê pêşnûme bê berfireh kirin û wiha bilêv kir: “Emê banga xwe ya afoya teybet her kêlî di meclîsê de bînin ziman. Yên ji wan re dibêjin ‘terorîst’ emin, kesên di mijarê de mûxalîfin. AKP kesên dijberî xwe terorîst îlan dike. Di dîroka cîhanê de, herî zede li Tirkiyeyê mirov weke terorîst hatine hesibandin. Ev rewş jî, her ku diçe girantir dibe.”   Beştaş, da zanîn ji bo ku pêşnûmeya “Qanûna tenduristiyê” ya bi dengên AKP û MHP’ê di Meclîsê de hat redkirin derkeve, ew amadene.