Pîra 107 salî Covît 19 têk bir 2020-04-08 14:39:44     NAVENDA NÛÇEYAN - Pîra 107 salî ya ji Holandayê Cornelia Ras ku bi şewba vîrûsa corona (Covît-19) ket, vîrûs têk bir û tenduristiya wê baş bû.    Şewba vîrûsa corona (Covît-19) li tevahiya cîhanê belav bûye. Heta niha li tevahiyawelatê cîhanê zêdeyî 83 hezar kes bi vîrûsê mirin. Bi giştî zêdeyî 1 milyon û 446 hezar û 981'an bi vîrûsê ketin. Li Tirkiyeyê jî heta niha 725 kes bi vîrûsa corona mirin û 34 hezar û 109 kes bi vîrûsê ketine. Di vê pêvajoya ku êdî zarok, ciwan û kal bi vîrûsê dimirin mînakek palkêş pêş ket. Li gorî nûçeya BBC'ê li Bajarê Lahey ê Hollandayê pîra 107 salî Cornelia Ras ku bi nexweşiya şewba vîrûsa corona ketibû baş bû. Pîra 107 salî Cornelia Ras, li Bajaroka Sommelsdijk bi şewbê ket û rakirin bin tedawiyê. Ras, piştî demekê hat dermankirin, vîrûs têk bir û tenduristiya wê baş bû.    Biraziyê Ras, Maaike de Groot, anî ziman ku 41 kes bi vîrûsa corona ketin û 10 kes ji wan mirin, lê pîra 107 salî Ras vîrûs têk biriye û tenduristiya wê baş bûye.