Girtiyan piştgirî da kampanyaya 'Hezar Malbatên Xwişk û Bira' 2017-12-20 16:55:37   AMED - Ji bo malbatên şirnexî kampanyaya "Hezar Malbatên Xwişk û Bira" hat destpêkirin û girtiyan piştgirî da kampanyayê.   Di navbera 16'ê Adarê û 14'ê Mijdara 2016'an de li navenda Şirnexê qedexeya derketina derve hatibû îlankirin, dewletê êrîş pêk anîbûn û bi hezaran mal û avahî rûxandibûn. Ji ber êrîşên dewletê bi hezaran malbat ji bajêr koçber bûbûn û di konan de diman. Piştî qedexe rabû, malbat vegeriyan navenda bajêr û ji bo piştgiriya malbatan, kampanyaya "Hezar Malbatên Xwişk û Bira" hat destpêkirin. Ji girîgehê jî piştgirî ji bo malbatan hat.   Kampanyaya ku dema wê hat dirêjkirin, ji Girtîgeha Tîpa E ya Amedê û girtîgehehên tîpên E yên Amasya û Elbîstanê jî piştgirî ji bo malbatan hat.