Rojnamegerê cînayeta Anter leklîn kir: Miroglu got 'Bi vî karî re mijûl nebe' 2017-12-20 16:25:10 ENQERE - Rojnameger Abdurrahman Şîmşek ê bi SEGBÎS'ê tev li doza cînayeta Musa Anter bû diyar kir ku dema wî têkildarî cînayetê lêkolîn dikir wê serdemê Orhan Miroglu jêre gotiye “Tu bi vî karî mijîl nebe. Dewletê ev ronî nekir. Hûn çima pê eleqeder dibin" û ew hişyar kiriye.  Danişîna doza  JÎTEM'ê û cînayeta Rojnameger û Rewşenbirê Kurd Musa Anter ku di dosyayê de kirin yek, li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hat dîtin. Di danişîna dozê de kurê Rojnameger Musa Anter Dicle Anter,  Wekila Serokên Koma HDP'ê Fîlîz Kerestecîoglu, Parlamenterê CHP'ê Sezgin Tanrıkulu, Savaş Geverkci, Hamit Yildirim û parêzerên wan amade bûn.    ‘GOTIN HAMÎT YILDIRIM CÎNAYETA MUSA ANTER PÊK ANIYE'   Rojnameger Abdurrahman Şîmşek ê bi SEGBÎS'ê tev li doza cînayeta Musa Anter bû, agahiyên leklîn kirine bi heyeta dadgehê re parve kir. Şîmşek, diyar kir ku dema wî têkildarî cînayetê lêkolîn dikir wê serdemê Orhan Miroglu jêre gotiye “Tu bi vî karî mijîl nebe. Dewletê ev ronî nekir. Hûn çima pê eleqeder dibin. Dewlet 20 salan pêre mijûl bû ronî nebû. dewlete roni nekir hûn çima pê mijûl dibin". Şimşek wiha got: "Her tiştê em bi Orhan Miroglu re axivîn qeydî kamerayê hatin kirin. Ez bi Orhan Miroglu re ketim temasê. Min bûyer jê pirsî û wî jî got 'Dewlet 20 salan pêre mijûl bû ronî nebû. dewlete roni nekir hûn çima pê mijûl dibin'.    Şîmşek, anî ziman ku wê demê di Rojnameya Sabahê de kar dikir û wiha got: “Wê demê çavkaniyek min a nûçeyan got 'Xizmekî Hamit Yildirim ê nêzîk ji min re gotiye Musa Anter ji aliyê Hamit Yildirim ve hatiye kuştin. Li gorî çavkaniya nûçeyê ji ber Hamit Yildirim Musa Anter kuştiye pîşman bûye. Çavkaniyan diyar kirin ku Yildirim bi dewletê re dixebite. Hûn dixwazin kesên ev agahî dane min ez ji were bêjim. "   ‘YEŞîL KUŞT FERMANDARAN VÎDEO TEMAŞE KIRIN'   Şîmşek, agahiyên ku fermandarekî leşkerî bi wî re parve kiriye jî anîn ziman û wiah got: "Mahmut Yildirim ê bi kodê "Yeşîl" ji aliyê personelên Daîreya Herba Taybet ve hat revandin û hat kuştin. Piştî Yeşil kuştin xistin qeyda videoyê. Fermandarên jor ên Îstîxbatara Cendirmeyan JÎT'ê ew vîdeo temaşe kirin.    Parêzerê malbata Anter Selim Okçuoglu, xwest Rojnameger Abdurrahman Şimşek bi xwe tev li dozê bibe û li salonê îfade bide. Okçuoglu, xwest ew agahiyên Abdurrahman dane bêtir bi kûrdir bên lekolînkirin û ronîkirin û wiha got: "CD yek teslîmî serdozgeriya Komarê ya Amedê kiriye, lê CD li hole tuneye. An daxwazên me taloq kirin an jî bersîv nedan. Em ji dadgehê tika dikin ku Rojnameger Abdurrahman Şîmşek bînin danişînê."    Piştre Mahmut Günaçti li ser SEGBİS'ê îfade da û diyar kir ku agahiya wî tune ye.    Bersûc Hamit Yildirim  jî parastina xwe kir u diyar kir ku mexdûrê bûyerê ye. Yildirim anî ziman ku burayê wî şehît ketiye û hatiye lîstikê û wiha got: "Ez ji ala tirk û leşkeran hez dikim."    Heyetê doz taloqî 4'ê Nîsana 2018'an kir û xwest delil bên lekolînkirin.