Baroya Amedê malbata Murat Araç ziyaret kir 2017-12-20 16:15:30 RIHA - Baroya Amedê, malbata Murat Araç ê bi îdîaya li Antalyayê di bin çavan de întîhar kir ziyaret kir. Rêveberên Baroyê diyar  kirin ku ew ê mudaxîlê dozê bibin.   Serokê Baroya Amedê Parêzer Ahmet Ozmen, rêveberên Baroyê, endamên Komîsyona Mafê Mirovan a Baroya Rihayê, malbata Murat Araç ê hat îdîakirin ku li Antalyayê xwe di avahiya emniyetê de avîtiye û întixar kiriye, li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê ziyaret kirin. Ozmen, di ziyareta malbatê de der barê mirina Araç de agahî girtin.   Ozmen piştî agahî ji malbatê girt û şûnde ji malbatê re got dê mudaxîlê dozê bibin û di demên pêş de ji malbatê wekaletê bigirin. Parêzer Ozmen, di hesabên xwe yên twîtterê de têkildarî ziyareta xwe, ev peyam parve kirin: “Em çûn serdana malbata Murat Araç ê li navçeya Serêkaniyê ku li Antalyayê xwe di avahiya emniyetê de avêt û întixar kir. Ji bo berpirs bên cezakirin, em ê şopdarên dozê bin.”