Li 54 girtîgehan bi 238 girtiyan re axivîn: Îşkence dewam dike 2017-12-20 16:11:51 STENBOL - ÎHD'ê bi sernavê "Rapora Binpêkirinên Mafan a li Girtîgehên Tirkiyeyê ya bi Zimanê Girtiyan" aşkera kir. Li 54 girtîgehan, bi 238 girtiyan re hevdîtin pêk hat û binpêkirinên mafan ên hatin tespîtkirin, wekî "Îşkenceya li girtîgehê bi sazî bûye" hat pênasekirin. Komîsyona Girtîgehan a Navendê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), bi sernavê "Rapora Binpêkirinên Mafan a li Girtîgehên Tirkiyeyê ya bi Zimanê Girtiyan" ji raya giştî re aşkera kir. Civîna li Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê hat lidarxistin, Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Erek Keskîn, Hevseroka ÎHD'a Stenbolê Gulseren Yolerî, endamên Komîsyona Girtîgehan ên ÎHD'ê Zeynep Ceren Boztoprak û Ridvan Konak jî beşdarî bûn.   Li 54 girtîgehan bi 238 girtiyan re rû bi rû hevdîtin pêk hat û di çarçoveya nêrînên girtiyan de rapor ha amadekirin û balê dikişîne ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan. Di raporê de, hevdîtinên 24 parêzeran cih digire, beyî ku cudahî bixin navberê, heman pirsên li hemû girtiyan hat kirin. Hat diyarkirin ku bi girtiyên siyasî, edlî û "FETO" yê re hevdîtin pêk hatine. Li gorî agahiyan girtiyên "FETO" yê kêm hevdîtinê dikin, bi kesî re hevdîtinê nakin û kes li gel memûrên înfazê naxwaze hevdîtinê bike û ji vê ditirsin.   ‘ÎŞKENCE Û MUAMELEYA XIRAB’   Endama Komîsyona Girtîgehan a Navendê ya ÎHD'ê Prz. Zeynep Ceren Boztoprak, diyar kir ku li girtîgehan tişta derdikeve pêş îşkence û muameleya xirab e û wiha pê de çû: "Heyetên li girtîgehan hevdîtinan dikin, binpêkirinên mafan tespît dikin. Li girtîgehan ji rêjeya xwe gelekî zêdetir girtî tên girtin. Hevdîtinên bi parêzeran re jî bi pirsgirêk in. Heyetên parêzeran li girtîgehên Meletî, Xarpêt û Bayburtê lêkolîn kirin, lê bi hinceta odeyên parêzeran tije ne, hevdîtin pêk nehatin. Piştî israrê 5,6 saetan ew rawestandin û hevdîtineke dem kurt pêk hat. Dîsa endamên heyetê yên ne parêzer in negirtine girtîgehê, kîlometreyekî dur girtine."   BI GOTINA ‘TU BI XÊR HATÎ’ ÎŞKENE DIKIN   Boztoprak destnîşan kir ku piştî OHAL'ê, li girtîgehan pêkanînên 12'ê Îlonê xwe didin der û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Leşker ji bo hejmara dîsîplînê bike, serî li şidetê dide û ev di gelek hevdîtinan de hat vegotin. Li hin girtîgehan dema girtiyan sewq dikin, bi gotinên 'Tu bi xêr hatî' li wan didin û îşkenceyê li girtiyan dikin. Dîsa lêgerîna tazî dikin."   ‘EV DER TIRKIYEYE BI TIRKÎ BIXIVIN’    Boztoprak da zanîn ku li dijî kurdî jî meyldarî zêde bûne û got: “Pirtûkê kurdî bernadin hundirê girtîgehan. Ji ber girtî di navbera xwe bi kurdî dipeyivin cezayê dîsîplînê didin wan û tundî li wan tê kirin. Ji ber kesek bi kurdî axiviye bi bahaneya “Li karmendê înfazê heqaret kiriye” hucreyê cezayê dane. Bi gotinên ‘Ev der Tirkiyeye bi tirkî biaxivin’ gef li girtiyên qet bi tirkî nizanin dixwin. Gef piştî OHAL’ê jî hin zêdetir bûne. Îşkenceya fizîkî di bin navê ‘odeya bi singêr’ wek sazîbûnê tê dîtin.”    ‘RÊ LI BER TALÛKEYÊ VEDIKE’    Boztoprak got ku dema bûyerên li derve diqewimin li hundir jî zextên li ser girtiyan zêde dikin û karmendên înfazê yên zilam diçin qawîşên jinan. Boztoprak anî ziman ku li hin girtîgehan girtiyên adlî û siyasî li heman cihî tên ragirtin û got: “Bi taybetî ji bo girtî û hikûmxwarên kurd ev rewş rê li ber talûkeyek mezin vedike. Li hin cihan jî girtiyên FETO û DAIŞ’ê li gel girtiyên doza PKK’ê tên girtin.”    ‘MUYANEKIRINA BI KELEPÇE BIJÎŞK DAXWAZ DIKE’    Boztoprak diyar kir ku li kapasîteya tevahiya girtîgehan tije bûye û zêdetir girtî lê dimînin û wiha dewam kir: “Ev jî rê li ber pirsgirêkên tenduristiyê vedike. Piştî OHAL’ê mafê tenduristiyê bi awayekî cidî tên astengkirin. Di mijara muyanekirina bi kelepçe de bijîşk vê daxwaz dikin. mijarek girîng jî ev e. Av bi pirsgirêkê û her wiha kamerayan zêde kirine û wêneyên komî jî hatine qedexekirin.”    ‘DIVÊ DEV JI MANTIQÊ BAŞKIRINÊ BERDIN’   Boztoprak vê pêşniyarê li girtîgehan kir: “Divê mantiqê ‘başkirinê’ bi temamî bê rakirin. Behsa ‘başkirinê’ kirin tê wateya yê li girtîgehê ‘nebaş’ û ‘nexweş’ tê qebûlkirin. Ji vê derdikevin rê.”    ‘POLÎS PARÊZVANÊ MAFÊ MIROVAN DIŞOPÎNIN’    Endama Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya ÎHD’ê Sevîm Kalman jî destnîşan kir ku binpêkirina mafan piştî OHAL’ê derketiye asta herî jor û behsa binpêkirnên mafan kir. Endama Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya ÎHD’ê Sevîm Salîhoglu jî anî ziman ku li girtîgehên herêma Behra Reş dema hevdîtinê ji ber parêzer tune ne wan nagirin hundir û got: “Parêzerên dixwazin hevdîtin bikin li derve tên girtin. Polîs ji bajarekî dema em diçin bajarekî din me radestî polîsên bajarê din dikin. Polîs bajar bi bajar me dişopînin. Me li Trabzonê got em ji vê yekê aciz dibin lê li me guhdar nekirin û şopandinê dewam kirin.”