Ji Meclîsê bang kirin: Li hember yasaya înfaza îqtîdarê bêdeng nemînin 2020-04-07 13:19:59   ENQERE – Koma HDP’ê ya li Meclîsê destnîşan kir ku ew guhertina înfazê ya bi vî awayî qebûl nakin û wiha bang li hemû aliyên muxalîf kirin: “Li hember vê yasaya înfazê ya îqtîdarê bêdeng nemînin.”    Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) beriya hevdîtina guhertina înfaza yasayê ya dê li Meclîsê pêk were, li ber Meclîsê daxuyanî dan çapemeniyê. Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz jî piştevaniyê da parlamenterên HDP’ê. Wekîlan maske dan ber deve xwe û mesafeya sosyal di navbera xwe de danîn û ji hev dûr sekinînin. WekÎlan dowîzên “Înfaza wekhev dê bide jiyandin”, “Korona cudahiyê naxe navbera girtiyan” û “Di înfazê de wekhevî û ji bo her kesî edalet” hildan.    Wekîlê Serokê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç li ser navê komê daxuyanî da û wiha got: “Me têkildarî vê guhertina yasayê bi gelek partiyan re hevdîtin pêk anî. Lê bi cidî li tu gotinek muxalefetê meze nekirin. Îqtîdar gavên wê çawa xwe rizgar bike diavêje. Her wiha efûyê ji alîgirên xwe re tîne. Guhertina wan bi xwe sosret e.    DIVÊ GIRTÎ DEMILDEST WERIN BERDAN    E  guhertin ji ber koronayê hat rojevê. Li girtîgehan girtî û hikumxwar di bin gefên cidî de ne. Divê ji ber şewbê girtî û hikumxwar werin berdan. Îqtîdarê koronaê avêt plana paş û vê yekê ji xwe re wek fersend dît û guhertinê pêk tîne. Qey mirov dibêje ji ber şewbê guhertinek pêk tîne û xwe wisa dide nîşandan. Çimkî ev îqtîdar fersendkar e. Her gavên diavêje teqez ne ji bo feydeya civakê ne.   ÎQTÎDAR BERPIRSIYAR E    Hûnê ji aliyekî ve bêjin li malê bimînin û mesafeya sosyal bisepînin û li aliye din jî bila li qawîşên girtîgehan 30-40 kes bimînin. Esasa wê ew e ku tenduristî û mafê jiyanê ji aliyê dewlet û îqtîdarê ve were mîsogerkirin. Dewlet ji mafê jiyana her girtî û hikumxwarî berpirsiyar e. Heke li girtîgehan tiştek biqewime tekane berpirsiyarê wê dewlet û îqtîdar e. Girtî ne koleyên îqtîdarê ne.    HEKE TU KURD BÎ Û MUXALÎF BÎ HEQÊ TE HEFS E   Heke tu kurd bî, siyasetmedarê kurd bî û muxalîf bî cezakirina te didome. Bi cezayê girankirî didome. Yanî îqtîdar muxalîfan wê li hefsê bihêle, lê wê alîgirên xwe berde. Feraset ev e. Ji ber vê yekê em ê di Desteya Giştî ya Meclîsê de li dijî vê guhertinê helwesta xwe bînin û em ê bêjin teqez em qebûl nakin.    HA FERASETA AKP’Ê HA FERASETA KENAN EVREN    Feraseta îqtîdara AKP’ê ji ya Kenan Evren ne cudatir e. Gotinek Kenan Evren hebû digot ‘em daneleqînin lê em wan xwedî bikin?’ Ev îqtîdar jî dibêje ‘ez ê girtiyan terkî mirinê bikim.’ Heke bi vî awayî ev guhertina yasaya înfazê bê pejirandin, em pir eşkere dibêjin; yên xwedî sekna muxalîf û ji ber ramanên xwe girtî ne wê terkî mirinê werin kirin. Em bang li hemû rêxistinên hiqûq û mafên mirovan, saziyan, partiyên muxalîf, sendîkayan, rêxistinên pîşeyî û her kesê xwedî wîjdan dikin; li hember vê yasaya înfazê ya îqtîdarê bêdeng nemînin.”