Di çapemeniya Cîhanê de korona: Dema derzî bê dîtin dê rewş asayî bibe 2020-04-07 13:11:57   ENQERE – Li Îtalyayê ku li dijî pandemiyê bi 400 milyar Euro pakêta herî mezin a aboriyê ya piştgiriyê aşkera kir, Wezîrê Tenduristiyê Pîerpaolo Sîlerî, da zanîn ku bi dîtina deziyê dê rewş asayî be. Vê daxuyaniya Pîerpaolo Sîlerî di çapameniya Cîhanê de deng veda.   Geşedan û bandora vîrûsa koronayê (Kovid-19) cihgirtina xwe ya di çapemeniya Cîhanê de berdewam dike. Africanews, ragihand ku bi ragihandina weqaya yekemîn a Sao Tome û Principeyê re hejmara welatên Afrîkayê ku vîrûs li wan hatiye dîtin derketiye 52’an. Daxuyaniya Wezîrê Aboriyê yê Ganayê Ken Oforî-Atta ku gotibû, ‘ji bo sivikkirina barê aboriyê yê welatên Afrîkayê yê ji ber vîrûsa koronayê divê gelek tişt bên kirin’ jî di rojeva Afrîkayê ya koronayê de cih girt.   LI ÎNGILISTANÊ ROJEV JOHNSON E   Rojnameya Middle East Eyeyê ragihand ku li Îranê ji ber mirina vîrûsa koronayê û îzolasyonê kevnoşopiya cenazeyan guheriye û hejmara miriyan nêzî 4 hezaran bûye. Rojnameya Îndîa Today jî ragihand ku li Hîndistanê hejmara weqayan 4 hezarî derbas kiriye û 114 kes jî mirine. Rojnameyên Daîly Mîrror, The Daîly Telegraph, The Daîly Maîl, The Guardîan û gelek rojnameyên din ên Îngilistanê jî rakirina Serokwezîr Boris Johnson a beşa lênêrîna awarte derxistin pêş û bi tunebûna Johnson re dê Domînîc Raab serokatiya têkoşîna li dijî vîrûsê dewr bigire. The Guardîanê her wiha ragihand ku dê li bajarê Wûhan ê Çînê careke din wesayîtên rêwîtiya komî dest bi seferan bikin û li Japonyayê paytext Tokyo jî di nav de li bajarên ku vîrûs bi lez li wan belav dibe Rewşa Awarte bê îlankirin.   PAKÊTA PIŞTGIRIYE YA 400 MILYAR EÛROYÎ   Rojnameya Zeît a Îtalyayê jî ragihand ku Îtalya, plan dike ku bi pakêta piştgiriya aboriyê ya 400 milyar eûroyî, li dijî bandora vîrûsê ya li ser aboriyê têbikoşe. Her wiha rojnameyê ragihand ku fabrîqayên wesayîtan ên mîna Ford, General Motors (GM) û Tesla yên Amerîkayê beşeke mezin a hilberandine dane rawestandin û ji bo hilberandina cîhazê bêhngiritnê dest bi amadekariyan kirine. Rojanmeya La Repubblica ya Îtalyayê jî daxuyaniya Wezîrê Tenduristiyê yê Îtalyayê Pîerpaolo Sîlerî derxist pêş û cih da vê daxuyaniya Sîlerî: “Heke derzî bê dîtin dê rewş asayî bibe. Di hefteyên pêş de dibe ku xurtkirina tevdîrên tibbê pêwîst bike.   LI FRANSAYE ROJA HERÎ MIRÎ YA VÎRÛSÊ   Rojnameya Le Monde ya Fransayê jî li ser kêmbûna û başbûna weqayên vîrûsê rawestiya û bal kişand ser hejmara miriyan a 605 kesî ya şeva borî û ev tişt ragihand: “Ev hejmar nîşan dide ku vîrûs ji bidawîbûnê dûr e.” Wergerandin: Ajansa Mezopotamya