PENa Kurd: Hêmin Mamend serbest berdin 2020-04-07 12:59:06   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Giştî ya Navenda PENa Kurd, ji desthilata siyasî û dadweriya Herêma Kurdistanê xwestin ku demildest rojnamevan Hêmin Mamend ê bê sûc bêmerc azad bikin.      Rêveberiya Giştî ya Navenda PENa Kurd, têkildarî girtina rojnamevan Hêmin Mamend daxuyanî dan û xwestin zû serbest bê berdan. PEN'a Kurd anî ziman ku li gor Bangewaziya Cîhanî ya Mafê Mirovan, azadiya derbirîna ramanê yek ji mafên bingehîn ê mirovî ye, û her kesekî/ê mafê derbirîna bîr û ramanên xwe heye û di çarçoveya vî mafî da lazim e amûrên guncav yên derbirîn û belavkirinê li ber dest bin. PENa Kurd, da zanîn ku li gor agahiyan, şeva 24’ê Adarê hêzeke ewlehiyê li bajarê Hewlêrê avêtine ser mala rojnamevan Hêmin Mamend û navbirî desteser kirine, piştre ji parêzerê wî ragihandine ku bi sedema belavkirina posteke li ser torên civakî ji aliyê Dozgerê Giştî ve doz li ser navbirî hatiye tomarkirin û wiha got: "Piştî 14 roj zindankirin, roja 6'ê nîsanê bi kefaleta 10 milyon dînar serbest berdan, lê piştî 24 satan, carek din ji aliyê hêzeke asayişê hate girtin. Li gor agahiyên Tora Parêzerên Dilxwaz yên Hêmin Mamend, doz ji xeynî posta dawiyê li ser çend postên berê li ser torên civakî, lê hatiye vekirin ku navbirî tê da behsa bêhêzbûna dadgehên Herêma Kurdistanê kiriye.  Em weke Navenda PENa Kurd bi erkê xwe dizanin ku bi tetamî piştevaniya azadiya derbirîna bîr û ramanan bikin û vê şêwaza hesl û kefta bi rojnamevanan re red bikin, ji ber ku berovajî azadiya raderbirînê ye. Em bi bîr dixin ku yek ji erkên yasayê dabînkirina mafê azadiya bîr û ramanê ye. "    'BÊ MERC AZAD BIKIN'     PENa Kurd, destnîşan kir ku erka Dozgerê Giştî, piştevanî û parsatina mafê giştî yê xelk û hevwelatiyan e û wiha bi dawî kir: "Ji ber vê jî lazim e Dozgerê Giştî li Başûrê Kurdistanê rêgezên parastina bîr û ramanê weke bingeh bibînin û li gor van rêgezan ji bo desteberkirina azadiya derbirînê pêngavan bavêjin. Em ji desthilata siyasî û dadweriya Herêma Kurdistanê dixwazin, di demekê da ku wî rojnamevanî tu tawanek nekiribe,  lazim e bêmerc bê azadkirin.