'Rîska xelayê heye' 2020-04-07 12:18:34 ENQERE – Serokê Giştî yê Tarim Orkam-Sen’ê Hamît Kûrt, di pêvajoya vîrûsa koronayê de ji bo sektora çandiniyê hin tevdîr pêşniyar kir û ev hişyarî da: “Heke tevdîr neyên girtin em bi rîska xelayê (qitûtiyê) re rû bi rû ne.” Kedkarên sektora çandiniyê, di vê pêvajoya ku xeritandin bi lez zêde dibe de pêşengê herî mezin ê nirxa jiyanî ya hilberandinê ne. Cotkarên ku luksa wan a mayîna malê tuneye, di vê pêvajoya vîrûsa koronayê de jî xebata xwe berdewam dikin. Serokê Sendîkaya Kedkarên Cemaweriyê ya Milê Xizmetê yê Daristan û Çandiniyê (Tarım Orkam-Sen) Hamît Kûrt, diyar kir ku şov bêyî xweza, derdor û civakê nikarin bên fikirîn û wiha got: “Di derketin û belavbûna vîrûsê de pirgirêkên mîna şer, koçberî, xîzanî, qrîza avhewayê, texrîbata ekolojiye, bajarvaniya çelexwarî, xureka kêm û netendurist, qirêjbûna xwezayê, bazirganîbûna avê, vekirina qadên daristanan a ji bo rantê û hilberandina zêde ya çandiniyê ya endüstriye rolên girîng dilîzin.”   JI COTKARAN RE TEVDÎR TUNENE   Hamît Kûrt, da zanîn ku li gel ku ji bo hilberandina xwezayî bi sedan car banga terkandina hilberandina endüstriyel kirine jî polîtîkayên şaş nehatine terikandin û ev tişt got: “Ji ber vê polîtîkaya ku ji bo sermayedaran tê meşandin, îro mirovahî bi rewşeke wiha tarjedîk û mezin re rû bi rû ye. Tevdîrên ku ji bo vîrûsê hatine aşkerakirin xîtabî cotkaran nakin. Pakêta desthilatê ya ji bo sermayedaran hem kêm hem jî şaş e. Heke ji bo çandiniyê tevdîrên neyên girtin dibe ku di mehên pêş de em bi qitûtiyê re rû bi rû bimînin. Her wiha dibe ku em di berhemên sewal û çandiniyê de bi derve ve bên girêdan.”   DAXWAZÊN XWE RÊZ KIR   Di dawiya axaftina xwe de Kûrt, tevdîrên ku ji bo sektora çandiyê daxwaz dikin wiha rêz kir: “Divê piştgiriya kargeh û kooperatîfên biçûk ên malbatî bê kirin û qapasîteya wan a hilberandinê bê zêdekirin. Divê ji bo karkerên demsalî şertên xebatê bên dabînkirin. Divê maliyeta berhemên sewalkariyê bê kêmkirin. Divê çêrgeh ji îmarê neyên vekirin û ji bo hilberandinê bên bikaranîn. Divê deynên cotkaran ên banqeyan bê faîz bê taloqkirin. Erdên ku li wan hilberandin nayê kirin divê bi piştgiriyê bikevin rewşa hilberandinê. Divê kedkarên çandinî û daristanê ku bi KHK’an ji kar hatine derxistin careke din bên girtin. Divê li gorî liyaqatê hin personelên din ji bo bajar û navçeyan bên girtin. Divê ji bo kedkarên cemaweriyê yên çandiniyê şertên xebatê bên afirandin û amûrên parastinê ji bo wan bên dabînkirin. Divê di vê pêvajoyê de hevkarî bi sendika, odeyên pîşeyî û rêxistinên sivîl re bê kirin. Divê bê cihêkarî testa hemû kedkarên Wezareta Çandiniyê yên ku dixwazin bê kirin.”   MA / Eylem Akdag