Piştî raperînê girtî hatine îşkencekirin! 2020-04-07 11:47:08 AMED -  MED TUHAD-FED û OHD derbarê girtiyên ji Êlihê ji ber raperînê sewqî  Girtîgeha Amedê hatin kirin raporek amade kir û diyar kirin ku girtî dema sewqê de rastî lêdanê hatine û li dijî şewbê tu tevdîr nehatine girtin.    Parêzerên MED TUHAD-FED û OHD’ê bi girtiyên ji Girtîgeha Êlihê ji ber raperînê sewqî Girtîgeha Jimara 4’an a Tîpa T a Amedê hatin kirin hevdîtin pêk anîn. Parêzeran vê hevdînê wek raporek amade kir û belav kir. Di raporê de tê gotin ku piştî raperînê derdora 400 girtî û hikumxwar ji Êlihê sewqî Amedê hatine kirin.    NEPENIYA PARASTINÊ HATIYE ÎHLALKIRIN    Di raporê de hat diyarkirin ku piştî demek dirêj bi girtiyan hevdîtin pêk anîne û di hevdîtinên li gel girtiyan de nepeniya parastinê jî hatiye îhlalkirin. Di raporê de hat gotin ku girtiyan gotiye karmendên hefsê temasa sosyal pişt guh kirine û otobusan tije kirine.     KOMEKÊ ÎŞKENCE GIRTIYAN KIRIYE    Di raporê de hat destnîşankirin ku girtiyan di hevdîtinê de ragihandiye ku dema ew hatine sewqkirin komekê li wan daye û tundiyê li wan kiriye. Di raporê de hat gotin di dema hevdîtinê de şopên tundiyê ango îşkenceyê jî li ser û çavê girtiyan hatine dîtin. Di raporê de hat eşkerekirin ku girtiyan ragihandiye li dijî vê şewba koronayê tu tevdîr ji bo wan nehatine girtin û mîna ku metirsiya vê şewbê tune be li hember wan tevdigerin.    RÊGEZÊN NAVNETEWÎ PÊŞNIYAR KIRIN    Di raporê de gelek rêgezên girtîgehan ên navneteweyî hatin bibîr xistin û ji bo tevdîrên li dijî koronayê jî pêşniyaz hatin rêzkirin.