Rapora Korkûtelî: Tê xwestin ku dosya bê girtin 2020-04-07 11:46:20 ANTALYA – ÎHD’ê têkildarî 3 xwendekarên kurt ku li Zanîngeha Akdenîzê dixwendin û ulkuciyan êrîşî wan kiribû, rapor amade kir û ragihand ku mafê jiyan û perwerdeyê yê xwendekaran hatiya astengkirin û tê xwestin ku dosya bi polîtîkaya bêcezahiştinê bê girtin.   Di 1’ê mijdara 2019’an de, ulkuciyan êrîşê 3 xwendekarên kurd ku li Dibistana Bilind a Pişeyî ya Korkûteliyê ya Zanîngeha Akdenîzê perwerde didîtin û li Saziya Wargehan a Krediyê (KYK) diman, kiribûn û wan birîndar kiribûn. Têkildarî bûyerê ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Korkûteliyê ve lêpirsîn hatibû destpêkirin. Her 3 xwendekarên kurd jî piştî êrîşê ji ber ku ewlehiya canê wan nemabû dev ji dibistanê berdabûn. Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Antalyayê, têkildarî bûyerê raporek amade kir.   SOZ BI CIH NEHATINE   ÎHD’ê di rapora xwe de diyar kir ku li ser serlêdana xwendekarên bi navê Alî Butkul, Şerîf Saribûlak û Baran Karaca ku êrîş li wan hatiye kirin, dest bi amadekirina raporê kirine û 3 caran ji bo lêkolînkirina bûyerê çûne navçeyê û hem bi xwendekaran re hem jî bi rayedaran re hevdîtin kirine lê rayedaran sozên ku dane bi cih nanîne. Di raporê de cih ji vegotinên xwendekarên ku êrîş li wan hatibû kirin re jî hat veqetandin û çavdêriyên heyeta ÎHD’ê wiha hatin rêzkirin: “Hinceta êrîşê tenê kurdbûn û muxalîfbûna xwendekaran e. Bi hevdîtina xwendekaran re hatiye tespîtkirin ku xwendekar salên borî jî bi êrîşên koma ulkucî re rû bi rû mane. Di encama êrîşê de xwendekar Alî Butkul, Şerîf Saribûlak û Baran Karaca ku komên ulkucî gef li wan xwarine perwerdeya xwe nîvcû hiştine û navçeyê terk kirine. Tiştên hatine jiyîn binpêkirina mafan e.”