Siyasetmedarê Kurd dest bi kampanya bi vîdeo dikin 2020-04-07 11:20:52   AMED - Siyasetmedarên kurd li dijî zagona înfazê ya ku cudakariyê dixe nava girtiyên edlî û siyasî îro li ser medya civakî bi vîdeo dest bi kampanyayê dikin. Siyasetmedarên kurd dê saet 15.00’an de li ser medya civakî dest bi kampanyayê bikin û bixwazin hemû girtiyên siyasî serbest bêne berdan.    Îqtîdara AKP û MHP'ê bi hevre qanûna înfazê ya ji 70 xalan pêk tê û cudakariyê dixe nava girtiyan anîn rojevê û tevî hemû bertek û nerazîbûnan, dîsa di Komîsyona Edaletê re derbas kirin. AKP û  MHP dê vê qanûna înfazê bînin rojeva meclîsê. Beriya ku AKP û MHP vê qanûnê bînin Lijneya Giştî ya Meclîsê li dijî vê zagonê 11 partiyên siyasî daxuyaniyek hevpar dan. Îro jî siyasetmedar dest bi kampanya dikin.  Siyasetmedarên kurd li dijî zagona înfazê ya ku cudakariyê dixe nava girtiyên edlî û siyasî îro li ser medya civakî bi vîdeo dest bi kampanyayê dikin. Siyasetmedarên kurd dê saet 15.00’an de li ser medya civakî dest bi kampanyayê bikin û bixwazin hemû girtiyên siyasî serbest bêne berdan.