Guhertina yasaya înfazê ku wek ‘newekhev’ tê dîtin îro li Meclîsê tê nirxandin 2020-04-07 11:09:13 ENQERE – Guhertina yasaya înfaza muxalefet jê re dibêje newekhev e û girtiyên siyasî daxil nekirinê îro li Desteya Giştî ya Meclîsê tê nirxandin.    Guhertina yasaya înfazê ya ji aliyê AKP’ê û MHP’ê ve hevpar hat amadekirin û ku ji 70 xalan pêk tê û di 11 qanûnan de guhertin pêk tê dê îro li Desteya Giştî ya Meclîsê were nirxandin. Tê payîn dê hevdîtina vê guhertina yasayê dirêj bidome.     Di guhertina înfazê de ku hatiye amadekirin girtiyên siyasî nehatin daxilkirin. Vê guhertinê jî ji ber şewba vîrûsa koronayê bi lezgînî anîn rojevê. HDP û CHP li dijî vê guhertinê derdikeve. Lê tevî dijbûna her du partiyan jî guhertin di Komîsyona Edaletê ya Meclîsê de hat pejirandin. Tê payîn koma HDP’ê li dijî vê guhertinê civînek çapemeniyê li dar bixe.