Reşîd Ebdulkerîm El-Enesî: Bankayên cîhanê nikarin xwe li pêş vîrûsê ragirin 2020-04-07 11:08:09 NAVENDA NÛÇEYAN - Şêwirmendê berpirsê Banka Navendî ya Yemenê yê berê û pisporê bankê Reşîd Ebdulkerîm El-Enesî, bal kişand ser bandora vîrûsê ya corona (Covît-19) û diyar kir ku bankayên navnetewî dê nikaribin demek dirêj xwe li ber encamên vîrûsa corona ragirin.    Vîrûsa corona (Covît-19) piştî li tevahiya cîhanê belav bû Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) wekî bandemî îlan kirin. Ji ber şewb belav dibe hem bandorê li ser tenduristî û jiyana mirovan dike, hem jî bandorê li ser aborî, derûnî û jiyana civakî dike. Li Cîhanê kesên bi şewba vîrûsa corona (Covid-19) ketin, 1 milyon û 300 hezar derbas kir. Hêjmara kesên bi vîrûsê jiyana xwe ji dest dan jî 70 hezar derbas kir. Têkildarî bandora vîrûsê ya li ser aboriyê û bankayên cihanê  Şêwirmendê berpirsê Banka Navendî ya Yemenê yê berê û pisporê bankê Reşîd Ebdulkerîm El-Enesî, li Qahîrê pirsên Nûcegîhanê Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Emanî Ezam bersivandin.    Hevpeyvîna bi Reşîd Ebdulkerîm El-Enesî re wiha ye:    ROLA BANKAN DI KÊMKIRINA BANDORÊN VÎRÛSA KORONAYÊ DE ÇI YE?   Bandorên Koronavîrusê û aloziya tenduristiyê bi lez bandor li bankên cîhanê kir, kar da rawestandin û aborî têk bir. Her wiha aktîvîteyên ku çavkaniya sereke ya aboriya welatan in, rawestandin. Lewra pêwîstbû ku bankên navendî û bankên taybet bi karekî hevbeş rabin da ku bandora aloziya tenduristiyê li ser aboriyê kêm bike. Xweragirtina bankan jî li gorî dirêjahiya dema aloziyê ye.   DÊ BANK BIKARIBIN XWE LI HEMBERÎ BANDORÊN ALOZIYA KORONAYÊ XWE RAGIRIN?   Bi rêya xwendin û şopandina aloziya belavbûna Koronavîrusê, xuya ye ku Ewropa û Amerîka ku mezintirîn navendên bankên cîhanê ne, bûne navenda belavbûna vîrûsa Koroanayê. Vîrûs li wan herêman bi lez bandorê dike. Gelek welatan çalakiyên xwe rawestandin. Mînak li welatên wekî Taylend, Misir, Yewnanistan û Îtalya, tûrîzm çavkaniya sereke ya aboriya neteweyî ye û ji bo pêşxistina aboriyê sûd jê tê girtin. Lewra rawestandina geştyariya di navbera welatan de, dê keraseteke mezin ji wan welatan re bîne. Bi taybetî li Îtalya û Yewnanistanê ku aloziya deynan a mezin lê heye.    DÊ EV PIRSGIRÊK ÇAWA DERBAS BIBIN?   Destwerdana bankên navendî û alîkariya bankên taybet ji bo  kontrolkirina aloziya Koronavîrusê, gelek girîng e. Ev yek bi rêya meşandina siyaseteke nerm û kontrolekirina lezgîn ji bo kêmkirina bandorên Koronavîrusê li şerîketan ji ber barê deynan, pêk bê.   ROLA BANKÊN NAVENDÎ DI DERBASKIRINA VÊ ALOZIYÊ DE ÇI YE?   Rikêşiya aborî ya ku berê di gelek aliyan de heyî bû, ku rêjeya buhayê qezenciya ji berjewendiya Banka Federal a Amerîkî û Banka Navendî ya Ewrûpayê daxist asta sifir, tevgera bankên navendî yên van dewletan di bergeriyên li dijî vîrusa Koronayê bi kar bîne.   Ji çareserkirina vê pirsgirêkê pêwîstî bi xebateke cîhanî û koordîneya di navbera beşên giştî û yên taybet de heye. Di encamê de dê bankên li tevahî cîhanî roleke girîng bilîzin.   GELO BANK DIKARIN LI HEMBERÎ VÊ KRÎZÊ LI BER XWE BIDE?   Ev yek bi dirêjbûna dema krîzê ve girêdayî ye. Dibe ku bank heta demek dirêj karibe li ber xwe bide, ji ber vê yekê hin bankên navendî lez da girtina bergiriyan. Mînaka vê yekê banka navendî ya Misirê, ya ku bi lez bendên bilind ji kişandin û danînê danîn da ku kişandina ji hesaban rawestîne. Di nava 10 rojan tenê de derdora 30 milyar cihê sterlînên misirî hatin kişandin. Di heman demê de bankên misirî ji ber kesada aborî ya ku di encama ragihandina rewşa awarte de çê bûye û rewastandina gelek çalakiyan bi taybet ên girêdayî turîzmê, komkirina qistan paşde xist û demên kredî dirêj kirin.    Li Lubnanê jî bank daxwaznameyên kişandina pereyan bi dolar rawestandin. Ji ber ku depoya wê ji pereya biyanî ji ber rawestandina tevgera balafirvaniyê nema. Bankan pişta xwe didan balafirvaniyê, turîzman û lubnaniyên ku vedigerîn Lubnanê da ku batlaneya xwe derbas bikin. Da ku rasîdên xwe yên hundirîn bi dirava biyanî xurt bikin. Lê piraniya bankan yekser tedbîr girtin.   TEDBÎRÊN KU BANG BIGIRIN ÇI NE?   Divê bank tedbîran girêdayî ihtîmala ku alozî pêş keve û dema wê dirêj bike, ji bo çend mehan bigirin.   PARASTINA HÊZÊN KEDKAR ÊN BANKAN   Tevahiya şirketan hema bêje tedbîrên berxwet ji bo parastina karmendên xwe girtin. Di nav de rêwîtiyan karmendan sînordar kirin, siyasetên din ji bo parastinê girtin, girîngî dan paqijiyê di cihê kar de û rêbazên yedek ji bo kar pêşkêş kirin. Tevî wê jî lê dibe ku dema aloziyê ne tenê çend hefte bin dibe ku bigihêje çend mehên bê mîna li Çînê rû daye.   Hêzên karker di her bankakê de bingeha tevgera her bankakê ye. Ji ber vê divê bank xeteriyên vegirtina vîrûsê li ser hêzên karker binirxînin. Ji ber ku belavbûna vîrûsê di atmosfera kar de dibe ku bibe sedema girtina bankê li pêşiya zibûnan.    Me dît ku gelek bankên cîhanî ji zibûnên xwe re îzah kirin ku bi rêya teknolojiyê bi karmendên wê re peywendiyê deynin. Her wiha ji karmendên xwe xwest bi awayekî cihawaz di cihên dûr de kar bikin.   GIRÎNGÎ BIDIN XEBATÊN BINGEHÎN Û TEKNOLOJIYÊ   Di demên dijwar de şênî bi hewcedariya xebatên bankan e. Divê bank li gorî karînê, pêşkêşkirina xebatên bingehîn bidomîne. Li Çînê şênî hertim xwestin xebatên bankan ên bingehîn bimînin mîna servîsên ATM ên bankan û asta servîsên din kêm bibin. Ev jî bi karîna her bankekê ve ji aliyê teknolojî ve girêdayî ye. Bi vê yekê her bankek dikare gelek şaxên xwe bigire lê tenê yên serek vekirî bihêle, tevî kêmkirina hejmara karkeran li avahiyên bankan.   Her wiha divê bank hewl bide bala zibûnên xwe bikişîne ser kanalên enternetê û bikaranîna hilberîn û servîsên bankan bi rêya enternetê. Ji daxwaznameyê destpê bike heya bidest xistina servîsê.   BERPIRSYARIYA CIVAKÎ JI PIŞTGIRIYA KESAN Û ŞIRKETAN   Piraniya malbatan û bankan wê bi kesada aborî bandor bibe. Gelek şirket wê rawestin yan jî wê asta kar tê de kêm bibe heta ku şert baş dibin. Gelek kedkar rojane debara xwe li beramberî saetên kar û hilberînê peyda dike. Ew jî dê quta kes kêm bike û di heman demê de wê asta hilberîna şirketan û dahatinên wê kêm bibe. Wê nikarbe sozên xwe ji bankan re bîne cih.   Li ser vê bingehê divê bank lêkolînek kûr girêdayî şirket, war û tevgerên ku herî zêde bi aloziyê bandore bûne çêbike. Bi texmîna min ji bilî yên girêdayî dezenfektekirin madeyên ku du dezenfektekirinê de têne bikaranîn tevahiya tevgeran bi awayekî neyînî bandor bûne. Bi rêya nirxandinê, bank dikarin rewşa zibûnên xwe nas bike da ku karibe çareseriyên pêwîst pêşkêş bike ji bo ku alîkariya zibûnên xwe bike heya ku aloziya aborî derbas dikin, dibe ku heta piştî bidawîbûna aloziyê bidome. Bi taybet ger alozî heya payîza bê dom kir û warê turîzmê mewsimek giştî winda kir bi taybet dewletên Ewropa û Rojhilata Navîn ên ku havîn ji bo wan mewsima turîzmê ye.   Ji aliyê diravî ve, asta pêşkêşkirin û daxwaz di dema berê de bi awayekî mezin û balkêş zext li diravî kir. Ev jî me li jor di çarçoveya tedbîrên ku banka navnedî ya Misirê girtine de bibîr xistin.   Divê bank girêdayî tedbîrên diravî ji bo piştgiriya zibûnên xwe şiyar bin û teqez bibe ku nîşane diyar in mîna biha, pêşîndanên şirketan, deynkirina di  navbera bankan de.