‘Demildest girtiyan berdin' 2020-04-07 10:27:41 AMED - Malbatên girtiyan diyar kirin ku girtina girtiyan a vê pêvajoyê darvekirina girtiya ne û xwestin demildest girtî bêne berdan.  Malbatên girtiyan, di  vê pêvajoya ku vîrûsa corona li hemû bajarên Tirkiyeyê belav bûye de dixwazin zarokên wan ji zagona înfazê sûdê bigirin û demildest serbest bêne berdan. Dayika girtî Ciwan Boltan ê ku nexweş û niha li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê dimîne, Nazîme Boltan diyar kir ku lawê wê bi hevalên xwe ve nexweş e û wiha got: “Ji ber vê nexweşiyê divê demildest girtî hemû werin berdan. Bila cudatiyê nexin navbera girtiya û girtiyên me berdin. Girtîgeh ne paqij in, tiştên paqij jî nadin wan ji ber wê yekê divê girtî werin berdan.”    Bav Hakki Boltan jî dest nîşan kir ku rapora lawê wî ya ku nikare di girtîgehê de bimîne heye û wiha axivî: “Parçeyên şarapnelan li ser mejiyê wî û di çend perçeyên bedenê wî de heye. Çavekî wî û destekî wî tune ne. Nexweşiya xwînê jî pê re heye. Li gel hemû girtiyan dixwazin Ciwan jî were berdan ku li dijî vîrusê li mala xwe xwe bi parêze.”   ‘JI BO AŞITIYÊ BILA HIKUMET GAV BAVÊJE’   Boltan, da zanîn ku nexweşiya vîrusa koronayê bandorê li herkesê dike û wiha got: “Divê serdemê de pêşnûme qanûn hat amade kirin. Banga Neteweyên Yekbûyî daxwaz kir ku hemû girtî werin berdan lê hikumeta desthilatdar li gor hin hesabên ne guncav tevdigere. Çete, kesên kujer, tecawizkar û kesên ku bi wan vê girêdayî berdidin. Dixwazin van berdin ku di vê dema koronayê de bertek ne derkevin holê. Ev tişt ne li gorî banga NY’ê ye ne li gor xwesteka gel e ne jî polîtîkayeke mirovî ye. Di girtîgehan de xwe parastin ne pekan e. Cihê herî xeter girtîgeh in ji ber vîrûsê. Heke girtî bi pêşnûme qanûnê neyên berdan wê demê dibe wek darvekirina girtiyan ev qanûn. Tu kes vê bi vî awayî qebûl nake. Em dixwazin hikumet ji van polîtîkayan paşve gav biavêje. Ev gav dê ji bo aşitiyekê jî bibe gaveke baş.”   ‘LI GIRTÎGEHAN MUAMELEYEKE NEBAŞ HEYE’   Birayê Firat Darî ê 23 salî ku ji Doza Nisêbînê tê darizandin û niha li Girtîgeha Tîpa T a Tokatê dimîne, Ahmet Darî jî diyar kir ku li girtîgehê muameleyeke nebaş li girtiyan tê kirin û wiha got: “Dema em bi malbatê re diaxivin muameleya eskerî li wan ferz dikin. Dibên hûn jî û kesê hûn pê re diaxivin divê navê xwe bêje û wisa biaxivin. Ji ber ku girtî vê yekê qebûl nakin cezayê hucreyê ji wan re dibirin. Birayê min û sê hevalên wî ev mehek bû di hucreyê de bûn.” Darî, anî ziman ku birayê wî û hevalên wî bi kuxikê ketine û agirê wan bilind bûye lê tedawiya wan nayê kirin û wiha got: “Ji ber nexweşiya vîrusa coronayê tu testên birayê min û hevalên wî nayê kirin û wan tedawî jî nakin. Cihê wan yê razanê hemû bi hevve ne ji ber wê yekê hemû bi talûkeya nexweşiyê rûbirû ne. Ji ber vîrusa coronayê girtîgehê tu tedbîr negirtine. Em wek malbat dixwazin ku parastina şertên tenduristiya wan bila pêk were. Em tecrîd kirina girtiyên xwe qebûl nakin. Girtiyên me terkî miri kirine. Em tedbîr negirtina girtîgehê ya ji bo vîrusa coronayê şermezar dikin."