SES ‘komîteyên şewbê’ ava dike 2020-04-07 10:18:27   ENQERE – Hevseroka Giştî ya SES’ê Gonul Erden diyar kir ku kedkarên tenduristiyê ji bo berpirsiyariya xwe civakî bicih bînin neçar in li tenduristiya xwe jî binêrin û ew ê li nexweşxaneyan dest bi avakirina komîteyên şewbê ava bikin.   Hevseroka Giştî ya Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristiyê û Civakî (SES) Gonul Erden tevdîrên li dijî koronaya vîrûsê nirxand. Erden diyar kir ku li nexweşxaneyan temasa kedkarên tenduristiyê û kesên tên teşhîskirin li nexweşxaneyan didome û li gorî encamên anketên ji bajaran hatine jî pirsgirêkên diqewimin radixîne ber çavan.    ‘TEST NAYÊN KIRIN’    Erden anî ziman ku pirsgirêka parastina kedkarên tenduristiyê didome û got: “Hêj gelek xebatkar dema diçin nexweşxaneyê û mala xwe bi wesayîtên veguheztina komî diçin û tên. Ji bo xebatkaran wesayîtên taybet nayên temînkirin. Gelek hevalên me li gel ku bi nexweşên koronayê re rû bi rû dimînin jî nayên karantînekirin û didin xebitandin. Testa xebatkarên tenduristiyê nayê kirin. Divê ji xebatkarên tenduristiyê dest pê bike û test bi lez û bez werin temamkirin.”    PIRSGIRÊKA MAYÎNÊ    Erden da zanîn ku her çiqas rayedar ji bo şertên xebatkarên tenduristiyê daxuyanî didin û behsa başiyaş şertan dikin jî lê hêj pirsgirêka lê mayînê ya xebatkarên tenduristiyê didome. Erden destnîşan kir ku jin ango dayikên ji bo mêjandina zarokên xwe li destûra îdarî ne jî tên xebitandin.    ‘DIVÊ NOBETA 24 SAETAN WERE QEDEXEKIRIN’    Erden da zanîn ku li nexweşxaneyên karantînayê 24 saet nöbet tê girtinê û got: “Ev jî li ber çavan kedkarên tenduristiyê dixe nava talûkeyan. Di demên wiha de talûkeya xebitandina zêde mezintir dibe. Divê mesaîyên 24 saetî were qedexekirin. Divê ji bo hemû kedkaran şertên wekhev hebin û cudakarî nebe.”    ‘EM Ê KOMÎTEYAN AVA BIKIN’    Erden destnîşan kir ku li gel hemû neyiniyan jî wê kedkarên tenduristiyê xebat ango xizmetdayîna xwe dewam bikin û wiha got: “Ev mesele di heman deme de berpirsiyariyek civakî ye. Em neçarin tenduristiya xwe jî biparêz in. Em ê li kargehan yanî nexweşxaneyan komîteyên şewbê ava bikin. Ev komîte wê ji bo tenduristiya kedkarên tenduristiyê yanî tevdîrên wan werin avakirin. Wê di van komîteyan de her cûre mudaxele were kirin. Çimkî ku jiyana kedkar di bin xetereyê de be nikare bixebite jî. Tê maneya ku hem tenduristiya xwe û hem jî tenduristiya welatî dixe talûkeyê. Heta ku em tenduristiya xwe ne parêz in em nikarin tenduristiya civakê biparêz in û ne jî em dikarin li dijî vîrûsê têbikoşin.”    MA / Zemo Aggoz