Ji hevalan re digot ‘Min bi ken vebêjin' 2020-04-07 10:17:47   STENBOL - Endama Koma Grûp Yorum Hêlîn Bolek a 28 salî ku ji bo zextên li ser komê şermezar bike ket rojiya mirinê û di roja 288’an de jiyana xwe ji dest da, beriya ku jiyana xwe ji dest dibe ji hevalên xwe re digot "Min bi ken bînin ziman."     Endama Koma Grûp Yorum Hêlîn Bolek di sala 1992’an de li Amedê ji dayik bû. Xwendina xwe li Amedê qedand. Di sala 2009'an de Zaningeha Çanakkale beşa Maliyê xelas kir. Dema li zanîngehê bû tev li gelek konserên Grup Yorum bû di sala 2013'an de ket nava xebaten Grup Yorum  û bû endamê komê. Piştî zanîngehna wê xelas bû li Stenbolê bi cih bû û li Navenda Çandê ya Îdîl a Okmeydanî xebatên xwe yên komê berdewam kir. Lê ji ber ku her dem konserên wan û xebaten wan ên mûzîkê hatin qedexekirin tev li hindik konseran bû û derket ser dike.    DI SALA 2016’AN DE HAT GIRTIN   Bolek, di 18'ê Mijdara 2016’an de dema polisan bi ser Navenda Çandê ya îdilê de girt hat binçavkirin û di 23'ê mijdarê de hat girtin. Bolek li dadgehê ligel endamên komê Alî Aracı, înan Altın, Selma Altin, Sultan Gokçek, Firat Kil, Dilan Poyraz û Abdullah Ozgun hatin girtin.    BOLEK LI GIRTÎGEHÊ DEST BI GREVÊ KIR   Bolek ku li Girtîgeha Tîma M a Gebzeyê girtî bû, piştî zêdeyî 3 salan girtî ma, di 20'ê Gulana 2019’an de li gel hevalên xwe Îbrahim Gokçek ji bo ku hevalên wan serbest bêne berdan û zexên li ser xebatên komê bi dawî bibin dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. Bolek ji bo zextên li ser xebatên Navenda Çandê ya Îdilê bi dawî bibin û serbest konseran bidin dest bi çalakiyê kir. Bolek di roja 152’an a çalakiyê de serbest hat berdan. Bolek, li Mala Berxwedanê ya Sariyerê biryar da ku çalakiya xwe berdewam bike. Di 20'ê Çileya 2020'an de çalakiya grevê derbasî rojiya mirinê kir.    GOKÇEK JÎ DI ROJA 251'AN A ÇALAKIYÊ DE HAT BERDAN   Endamê koma Grup Yorum Îbrahîm Gokçek jî ku li Girtîgeha Hêjmar 9 a Silivriyê ketibû greva birçîbûnê, di roja 251’an a çalakiyê de serbest hat berdan. Îbrahîm Gokçek jî wekî Hêlîn Bolek  biryara berxwedanê da û li Mala Berxwedanê çalakiya xwe berdewam kir. Bolek di roportaja 4'ê Sibatê de got “Dema me biryara berxwedanê da em bi ser ketin. Ji ber ku ji destpêkê de xwestin Grup Yorum bêdeng bikin. Polîtîkaya bêdengiyê xistin meriyetê. Lê me bi vê çalakiya xwe ev polîtîkaya wan puç kir. Nikarin Grup Yorum bêdeng bikin. Bêdengkirina Grûp Yorum ne pêkan e."    TEDAWÎ QEBÛL NEKIRIN   Piştî rewşa Bolek û Gokçek giran bû di 10'ê Adarê de bi serdegirtina polîsan ew bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Umraniye Nêzî 10 rojan li vê nexweşxaneyê hatin rawestandin. Xwestin bi zorê mudaxaleyî Gokçek û Bolek bikin. Lê qebûl nekirin. Lê piştî bertekên raya giştî û helwesta çalakgeran Bolek û Gokçek dîsa ji nexweşxaneyê derxistin. Pişt re dîsa li Mala Berxwedanê ya li Sariyerê çalakiya xwe berhdewam kirin. Bolek û Gokçek li vir çalakiya xwe berdewam kirin. Bolek di 3'ê Nîsanê de di roja 288’an a Rojiya Mirinê de jiyana xwe ji dest da.    'MIN BI KEN VEBÊJIN'    Endamê Koma Grup Yorum Seher Adiguzel, qala hevala xwe Helîn kir. Adiguzel, anî ziman ku Hêlîn xwedî mîzacekî pênenok bû û wiha got: "Her dim digot 'Bin bi ken vebêjin' Ji ber ve yekê êdî ne dema ku em ji bo wê şînê bigirin. Dem dema ku em têkoşîna wê mezin û bilind bikin e. Dema Helîn çavê xwe li jiyanê girt, min dixwest wê hêz û şewqa di çavê wê de bibînim. Dema çû digot 'Ez diçim, lê bila kesên din neçin' Hêlîn hêj 28 salî bû. Jinek ciwan bû. Hunermendek endama Grup Yorum bû. Ji ber ku her dem konserên me hatin qedexekirin, hindik car tev li konseran bû. Li dijî van zext û astengiyan ket rojiya mirinê û piştî 288'an koç kir. Hêz û vîna wê pir xurt bû. 228 rojan li dijî mirinê li ber xwe da. Hêlîn ji bo her kesî ked dida û bi her kesî eleqeder dibû. Heta dawî bawer dikir ku mirov bêne guhertin. Ji bo konserên wan neyên qedexekirin dest bi çalakiyê kir. Ji bo ku di sala 2020'an de konser bide ket grevê û di oxira vê baweriya xwe de jiyana xwe ji dest da. "    MA / Tolga Guney